Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Amerîka de li Dij Milîtanên Piştevanên Îranê, li Îraq Û Sûriyê 5 Kes Hatine Kuştin


Balafira şer F-15 ya artêşa Amerîkî (Arşîv)
Balafira şer F-15 ya artêşa Amerîkî (Arşîv)

Wezareta Berevanîya Amerîka (Pentagon) bi daxuyanîyeke ragihand ku, dijî milîtanên ji alîyê Îranê ve têne piştevanîkirin yên li ser sînorê Îraq û Sûriyê hene carek din êrîşên esmanî, li dij wan encam dane.

Pentagonê sedama êrîşên vê carê wek bersîva êrîşên bi balafirên bêmirov (dron) yên dijî karmend û navendên Amerîkî yên li Îraqê, dîyar kir "Wekî ku êrîşên li vê êvarê hate nîşandan, Serok Biden bi biryar e ku ewê jibo parastina karmendên Amerîka kiryaran bike," Pentagonê got.

Hevdem, di daxuyanîyê de hat gotin ku di êrîşan de 2 navendên çekan û operasyonan ku li Îraq û Sûrîyê hatiye armanc girtin. Lê, di derbarê kuştî û birîndaran de ti agahdarî ne hat eşkere kirin, karbidestan gotin ku nirxandin berdewam dikin.

Komên milîtanên Îraqî bi daxuyanîyeke got ku di encama êrîşan de çar endamên Ketayîb Seyîd al-Şuhada ya girêdayî Îranê yê hatine kuştin û ev êrîşana di dema ku rêvebirîya Biden dixwaze peymana navokî ya 2015'an bi Îranê re vejîne, pêk hat.

Hevdem, armanca Biden ya bersîvdayîna êrîşên bi vî rengî dide nîşan dan ku ,di heman deme de bi Tehranê re dîplomasîyê jê dimeşîne.

Rexnegirên Biden dibêjin, bawerî bi Îranê nayê kirin û êrişên dronî mîna delîleke din nîşan didin ku Îran û nûnerên wê dê ti carî hebûna leşkerî ya Amerîka ya li Îraq yan Sûrîyê, qebûl nekin. Îranê bang li Amerîka kir ku li herêmê ji avakirina "krîzê" dûr bisekine.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Saeed Xetîbzadeh îro Duşemê li ser bûyerê axivî û got "Bê guman tiştê ku Amerîka dike, ewlehîya li herêmê têk dide, û yek ji qurbanên vê têkçûnê dê Amerîka be".

Biden û Qesra Sipî li ser êrîşên roja Yekşemê şîrove nekirin.

Lê, Biden dê îro li Qesra Sipî bi serokê Îsraîlê re Reuven Rivlin re bicive, û gelek mijaran ku tê de hewildanên Îran û Amerîka yên bo vejandina peymana navokî jî heye, gotûbêj bikin.

Danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de, ji bo Îsraîlê bû sedema zêdebûna fikaran.

Du karbidestên Amerîkî, bi şertê ku navê wan neyê eşkere kirin ji Reuters re gotine ku milîtanên ku Îran piştgirîyê didê, ji Nîsanê vir ve, dijî navendên ku Amerîka û karmendên koalîsyonê yên li Îraqê, herî kêm pênc êrişên dronî, pêk anîne.

Pentagonê destnîşan kir ku avahîyên hatine êrîş kirin ji hêla milîtanên ku Îran piştgirî dike yen wek Ketayîb Hîzbullah û Ketayîb Seyîd al-Şuhada, dihatin bikar anîn.

Hevdem, Pentagonê da zanîn ku êrîş bi balafirên şer yên F-15 û F-16'an hatine kirin.

Li aliyek din Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov SOHR, ku bingeha wê li Brîtanya dimîne, roja Duşemê ragehand ku di êrîşn esmanî yên Amerîka de li ser sinorîn Îraq û Sûriyê herî kêm 5 milîtanîn piştevanên Îranê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.



XS
SM
MD
LG