Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Neyênî ya Korona Ser Aborîya Amerîka Girantir Dibe


Dîmeneke ji firotanên rojane
Dîmeneke ji firotanên rojane

Wezareta Bazirganîya Amerîka îro Çarşemê dîyar kir ku firotanên rojane di meha Mijdarê de % 1.1 daketîye.

Pispor dibêjin dibe ku ev daketina jiber zêdebûna peketinên nû yên COVID-19,bi kêmbûna dahatîya malbatan û bi sedema hêdîbûna aborîyê ya ji dema pandemîya vîrusa korona pêk hatîye.

Pêzanînên Cotmehê nîşan dabû ku rêjaya firotinan şûna bilindbûna % 0.3'an ku berê hatibû ragihandin, % 0,1 daketibû.

Dema ku tedbîr û qedexeyên xurt yên dijî vîrusa korona zara dida aborîyê, daketina meha Cotmehê ji Nîsanê vir ve daketina firotinan ya cara yekê bû.

Piştî ku rêjeya firotinên rojane di cotmehê de % 0.1 daket, ji xeynî otomobîl, benzîn, berhemên avahîyê û xizmetên xwarinê, firotana rajone ya Mijdarê de % 0.5 kêm bû.

Ev firotanên bingehîn yên rojane bi piranî li gor lêçûnên kirîna hilberînên navxweyî yên kiryaran tê hesibandin.

Berê hatibû pêşbînî kirin ku di Cotmehê % 0.1 zêde bibe.

Pêzanînên vê mehê nîşan da ku aborî ku di Sibatê de ket nava paşveçûnê, di Mijdarê de bo şeş mehan herî kêm kar zêde kir.

Hejmara kesên ku bo alîkarîyên bêkariyê serdanên nû dikin di hefteya yekê ya Berfanbarê de gîheşt asta herî bilind ya sê mehan.

Reuters dibêje ku , kuştinên jiber COVID-19 roja Duşemê li 300.000 kesan derbaz bûye û Amerîka bi pêleke nû ya bûyerên vîrusa korona tekoşîn dike.

Gelek eyalet û rêveberîyên herêmî bo karsazîyan sînorkirinên nû danîne û hevdem hin kiryar ji navendên firotanan, xwaringeh û barsan dûr disekinin.

Restoran havînê li derve xizmet dabûn lê bi hatina hewa sar kiryar kêm dibin.

Rewş bi rawestandina alîkarîya diravî ya bêkariyê ya heftane girantir bûye.

Zêdetirî 3 trîlyon dolarên yên bo alîkarîya hikûmetê ya vîrusa korona hema hema ber bi dawî bûnê ye.

Herî kêm 9 mîlyon Amerîkî yên bêkar wê di 26'ê Berfanbarê de alîkarîyên ku ji hêla hikûmetê ve têne fînans kirin winda bikin,

Hevdem, Kongresa Amerîka danûstinan didomîne da ku li ser pakêteke din ya rizgarkirinê li hev bike.


XS
SM
MD
LG