Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka li Kabulê Bang li Amerîkîyan Dike ku ji Afganistanê Derkevin


Balyozxaneya Amerîka ya li Kabul ya li Afganistanê
Balyozxaneya Amerîka ya li Kabul ya li Afganistanê

Balyozxaneya Amerîka ya li Kabul îro Pêncşemê li ser malpera xwe hişyarîye weşand û bang li hemwelatîyên Amerîkî kir ku demûdest bi firînên bazirganî yên ku hene, Afganistanê biterikînin.

"Balyozxaneya Amerîka ji hemwelatiyên Amerîkî daxwaz dike ku demûdest bi firînên bazirganî yên ku hene, Afganistanê biterikînin,"balyozxaneyê got.

Hevdem, balyozxaneyê di derbarê derfetên xwe yên bo xizmetên welatîyên Amerîkî de jî hişyarî da.

"Jiber şert û mercên ewlehîyê û kêmbûna karmendan, derfetên balyozxaneyê bo alîkarîya hemwelatiyên Amerîkî li Afganistanê yên ku di nav Kabulê de ne, pir sînordar e," balyozxaneyê got.

Li Afganistanê, rêxistina tundrê Talîban li serenserê welêt pêşveçûna xwe didomîne.

Talîbanê herî dawî îro paytexta eyaleta Gaznî ya stratejîk ya nêzî Kabulê xist bin kontrola xwe û 150 km nêzî Kabulê bû,

Amerîka jiber zêdebûna tundûtûjiyê li Kabul, di 27'ê Nîsanê de ferman da karmendên hikûmetê ji balyozxanê derkevin, heke karê wan li cîhek din dibe ku were kirin.

Berdevikê Wezareta Karên Derve Ned Price serê vê hefteyê de li ser pirsên gelo îhtîmala valakirina balyozxaneyê Amerîkayê heye, da zanîn ku helwesta fermî ya balyozxaneyê neguheriye.

Lê, Price bi berdewamî got ku Washington rojane asta tehdîta li dora balyozxaneya xwe ya li Kabul dinirxîne.





XS
SM
MD
LG