Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gelek Heremên Başûr yên Amerîka Jiber Bahozan Krîza Avê Rû Dide


Dîmeneke ji eyaleta Teksasê ku welatî di rêza ava vewxarinê de nin.

Karbidestên Amerîkî îro Şemîyê ragihandin ku li bajarên başûr yên welat jiber bahoza werankar û rewşa sar ya hewayê bi mîlyonan welatî rûbirûyê zahmetîyên dijwar in.

Li gor ragihandina karbidestan, Lûleyên avê yên şikestî yên jiber cemidandinê bûye sedama kêmbûna ava vexwarinê ya paqij, hin balafirgeh hatine girtin û hevdem li nexweşxaneyan pirsgirêkên parastina şertên dermankirinê derketine.

Li eyaleta Teksasê, 7 mîlyon mirov hatin hîşyar kirin ku berî ya vexwarinê, avê bikelînin jiber ku dibe ku mîkrob bikeve nava avê.

Herwiha, yek kes jî jiber kêmasîya zexta avê ya dermankirinê li nevendeke tendurî stîyê ya li Abilene jîyana xwe ji dest daye.

Hevdem, bi sedema pirsgirekên avê balafirgeha Navneteweyî ya Memphis ji hatîye girtin.

Li bajarê Jackson, Mississippi ya bi nifûsa 161.00 kesan ava malan çikya ye.

Şaredarê bajar Chokwe Antar Lumumba dibeje ku xebatên serrastkirin û alîkarîya welatîyan jiber cemed û bahozê bi rengekî rekûpêk nameşe.

Welatîyên Amerîkî yên ji eyaletên Mînnesota heta Teksas piştî bohaza hêzdar ya ji serê hefteyê bi rojan bê germahî û elektrîk bûn , niha jî bi kêşaya bê ava germ û ava vexwarinê tekoşîn dikin.

Sazîya ora elektirîkê ya Teksasê dîyar kirin ku qutbûna elektrîkê cara yekê hatîye serrast kirin û jinûve dixebite.

Bahozan û berfa giran ya pir zêde yên ji eyaleta Virginia heya eyaleta Louisianayê zêdetirî 330.000 kes bê elektrîk û germahî hiştin.

Roja Înêyê li eyaleta Oregonê li dora 60.000 welatî piştî bahozek dijwar û berfê dîsa bi heftayane ku qut bû.

Walîyê Oregon ferman da ku Hezên Berevanîya Neteweyî li heremên herî zarar dît,î derî bi derî bigerin da ku bo niştecîhan xwarin û avê dabîn bikin.

Li gor pêzanînên fermî, bi sedema bahoz, berf û rewşa hewaya sar ya awarte li Amerîkayê heya niha 69 kes jîyanên xwe ji dest dane.









XS
SM
MD
LG