Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Zêdetir Toleyên Dijî Belarûsê Disekine


Dîmeneke ji protestoyên li Belarûsê
Dîmeneke ji protestoyên li Belarûsê

Washington îro Duşemê di axaftineke bi xurt de ji Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, dijî Belarûsê îhtîmala toleyên aborî yên din destnîşan kir.

Amerîkayê di 23'ê Gulanê de piştî ku, Belarûsê bi zorê balafireke daxistin û rojnamevanê rexnegir Roman Protasevich û hevala wî Sofia Sapega desteser kirin, dijî endamên sereke yên hikûmeta Belarûsê, tole ragihandibû.

Şandeya Amerîka ya li NY got ku bûyereke bi wî rengî li gor pîvanên navneteweyî nikare bê bersîv bimîne û her wiha bûyer mîna nayê qabûl kirin, bi nav kir.

Şandeyê di derbarê de toleyan de jî wiha got:

"Ger pêdivî be, emê ser zêdetir çalakîyan bifikirin, " şandeyê got.


XS
SM
MD
LG