Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ji bo Piştgirîya Xebata Dijî COVID-19 Berhemên Saxlemîyê Dişîne Pakistanê


Dîmeneke ji pêyvajoya pandemîya COVID-19 li Pakistan (Arşîv)
Dîmeneke ji pêyvajoya pandemîya COVID-19 li Pakistan (Arşîv)

Balyozxaneya Amerîka ya li Îslamabadê îro Şemîyê dîyar kir ku balafirgeheke Amerîkî ya bi pedîvîyên saxlemîyê yên girîng û krîtîk giheştîye Pakistanê da ku di tekoşîna hemberî vîrusa korona de, alîkarîya welat bike.

Karbidesta balyozxaneyê Leslie Viguerie ragihand ku di nava bexşînê de bi deh hezaran berhemên 'pêwîst û daxwazkirî' yên bo parastina jibo karmendên saxlemîyê, bi sedan oximeter û pêdîvîyên din hene.

" Îro, Amerîka di şerê me yê dijî pandemîya COVID-19 de, hevkarîya me ya serbilind ya bi hikûmeta Pakistanê re didomîne ,” Viguerie got.

Viguerie destnîşan kir ku Pakistan di şerê xwe yê dijî vîrusa korona de, ne bi tenê ye.

Washington jibo alîkarîya bersîva COVID-19 zêdeyî 40 mîlyon dolar ji Îslamabadê re veqetandiye, di nav de bexşandina 200 meşînên bêhnvedanê yên bo dermankirina kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin, hene.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ji vê alîkarîyê li seranserê welêt ji zêdeyî 2.5 mîlyon Pakistanîyan re feyde dike, dermankirina bo rizgarîya jiyanê peyda dike, dîtin û şopandina bûyerên COVID-19 xurttir dike, û jibo piştkirîna amadebûna rewşa awarte karanîna budceyek diravî bi bandor dike.

Berdevikê Wezareta Karên Derve yê Pakistanê Zahîd Hafîz Chaudhri dîyar kir ku hikumeta Pakistanî jibo alîkarîya Amerîkî 'pir sipasdar e'

"Ev piştvanîya biwext beşek ji alîkarîya domdar e ku Amerîka ji Pakistanê re peyda kiriye da ku piştgirî bide xebatên başbûn û pêşîlêgirtina COVID-19, " Chaudhri got.

Pakistan ya bi şênîya 220 mîlyon kesan, heya niha bi sedema pandemîya vîrusa korona ji 21.000 bêtir mirin û herî kêm 930.000 bûyerên nexweşîyê ragihand.




XS
SM
MD
LG