Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Cûreya Delta ya COVID-19 Berbelavtir Dibe


Dîmeneke ji pêyvajoya pandemîya COVID-19 li Amerîka
Dîmeneke ji pêyvajoya pandemîya COVID-19 li Amerîka

Pêzanînên Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka destnîşan dide ku li Amerîka di rêjeya bûyerên COVID-19 û mirinên ji ber wê de bilindbûneke heye.

Cûreya vîrusa korona ya bi navê Delta, li Amerîka bûye cûreya berbelavtir, û niha bi gelemberî sedema peketinên nexweşîya COVID-19 ya di nav mirovên ne vaksînkirî de ye.

Karbidestên saxlemîyê didin zanîn ku cûreya Delta li tevahîya 50 eyaletên Amerîka hatiye dîtin.

Hevdem, karbidest dibêjin ku ji % 40 bûyerên nû yên COVID-19 yên hefteya borî, li çar eyaletên ku rêjeyên vaksînkirinê kêm in, hatiye tomar kirin.

Dr. Rochelle Walensky, berpirsa CDC'yê roja Înîyê ragihand ku hefteya borî li Amerîka bi navînî rojane 26,000 bûyerên nû pêk hatiye.

Dr. Walensky, destnîşan kir ku nexweşî bûye 'pandemîyeke kesên ne vaksînkirî."

Roja Înîyê, serokê Amerîka Joe Biden nirxandina Walensky dubare kir, û got, 'Tenê pandemîya me ya ku heye di nav kesên nevaksînkirîne de ye."

Komek şêwirmendên navneteweyî yên hikûmetan dibêjin ku ew ji ber planên Brîtanyayê ku dê Duşemê tevahîya qedexe û sînordarkirinên pandemîyê yên li welat rake, bi fîkarin.

Şêwirmend bawer dikin ku bi rakirina qedexeyan ewê Brîtanyayê ribûrûyê cureyên nû yên vîrusa korona bihêle û her wiha dibe ku welat bibe wek cîheke pir balavbûnê.

Ji alîyê din, fîkar hene ku Olîmpiyadên Tokyo'yê jî bibe wek bûyerek pir balavbûnê ya vîrusê; piştî di hundurê Gundê Olîmpîk de, testa vîrusa korona ya kesekî erênî derket.

Nasnameya wî ne hat eşekere kirin û hate destnî şan kirin ew ne werzîşvanek e, lê kesek ji derve alîkariya sazkirina lîstikan dike ye.

Ajansa Nûçeyên Kyoda got ku ev bûyer yek ji 15 encamên erênî yên nû ye ku di nav lîstikvan û xebatkarên lîstikan de roja Şemiyê hatiye ragihandin de ye. Ev, ji dema ku komîteyê di 1'ê Tîrmehê de dest bi berhevkirina pêketinên COVID-19 kir vir ve hejmara rojane ya herî bilind e.

Hevdem, li gor Kyodo di listîkên Olîmpîyadên Tokyo'deji 'ê Tîrmehê vir ve bi tevahî 45 bûyerên COVID-19 hatine ragihandin.

Johns Hopkins Navenda Çavkanîya Vîrusa Korona ya Zanîngeha Johns Hopkins roja Şemîyê dîyar kir ku li cîhanê bi tevahî ji 4 mîlyonan zêdetir mirinên jiber COVID-19 hene.




XS
SM
MD
LG