Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûndanerên Amerîkî ji Biden Dixwazin ku Firokên F-16 Nefiroşe Tirkîyê


Firokeke şer ya F-16 ya Amerîkî (Arşîv)
Firokeke şer ya F-16 ya Amerîkî (Arşîv)

Qanûndanerên Demokrat û Komarî yên Amerîkî ji rêvebirîya Serok Joe Biden daxwaz dikin ku firokên şer yên F-16 nefiroşe Tirkiyê.

Hevdem, ew dibêjin ku ew pêbawer in ku Kongresa Amerîkî dê derfirotinên bi vî rengî asteng bike.

11 endamên Civata Nûneran ji Biden û Wezîrê karên Derve yê Amerîka Antony Blinken re di derbarê ragihandinên vê dawîyê yên ku dibêjin Tirkîyê dibe 40 firokên şer yên F-16 yên Lockheed Martin (LMT.N) û her wiha bo balafirên xwe yên şer 80 kelûpelên nûjenkirinê bikire de, name nivîsandine.

Qanûndanerên Amerîkî di nameyê ser mijarê "hesteke xemgînîyek kûr" destnîşan kirine.

"Piştî daxuyanîya Serok Tayyîp Erdogan ya meha Îlonê ya ku gotibû Tirkîyê dê pirtir mûşekên S-400 yên sîstema berevanîyê ji Rûsyayê bikire; em nikarin bi şandina firokên Amerîkî ji hevalbendeke peymanê ya ku weke dijmin tevdigere, ewlehîya xwe ya neteweyî bikin nava xeterîyê," qanûndanerên got.

Name bi rêberîya Nûnera Komarî Nicole Malliotakis û Nûnera Demokrat Carolyn Maloney ve hatiye nivîsandin.

Name ya ku bi tarixa 25'ê Cotmehê ,roja Sêşemê ji hêla Reuters ve hatiye bi dest xistin.

Qesra Sipî û Wezareta karên Derve yê Amerîka heya niha bersîva Reutersê bo daxuyanîyê nedane

XS
SM
MD
LG