Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstema Hilbijartina Seroktîya Amerîka Çawa Dixebite?


Hilbijartinên seroktîya Amerîka
Hilbijartinên seroktîya Amerîka

Li Amerîka di hilbijartinên 3'yê Mijdara 2020'an de serokê 45'an yê Amerîkayê dê were dîyar kirin.

Lê, sîstema hilbijartinên Amerîka ji piranîya welatên cîhanê cûda ye.

Gelo ev sîstem çawa dixebite?

Hilbijartin Kengî Têne Kirin?

Hilbijartinên giştî yên Amerîka, ji 1792'an vir ve her 4 salan carêke, piştî Duşema yekê ya roja Sêşemê têne darxistin.

Roja hilbijartinê di navbera 2'yê Mijdarê û 8'ê Mijdarê de diguhere.

Hilbijartina seroktîya Amerîka ya herî dawî di 8'ê Mijdara 2016'an de pêk hat.

Her 2 salan carekê jî Hilbijartinên Nîvdemî têne kirin.

Çima Roja Sêşemê?

Di salên damezrandina Amerîka de, mafê dengdanê û hilbijartinê tenê jibo xwedîyên erdan hebû.

Roja Şemîye jiber ku cotkaran hilberînên xwe dibirin bazarê nehat qebûl kirin û Yekşeman jî roja çûyîna dêrê bû.

Herwiha, her Duşema yekê ya Mijdarê jî bo Katolîkan cejneke olî ye.

Jiber van sedeman roja Sêşemê wek roja hilbijartinên giştî yên Amerîka hat destnîşan kirin.

Berbijar Çawa Têne Destnîşan Kirin?

Di Qanûna Bingehîn ya Amerîka de, di derbarê pêyvajoya destnîşankirina berbijaran de ti qanûn tuneye.

Her partîyeke sîyasî, ku beşdarî hilbijartina seroktîya Amerîka dibe, berbijarê xwe yê seroktîyê bi xwe, bi rêka hilbijartinên navxweyî yên di navbera Sibat û Tebaxê de dîyar dikin.

Hilbijartinên navxweyî li gor eyaletan, bi awayê sîstema Primary yan Caucus têne darxistin.

Awayê Primary: Her yek hemwelatîyê Amerîka ku alîgirê vê partîyê ye û bixwaze dikare beşdar be.

Awayê Caucus: Tenê endamên tomarkirî yê vê partîyê dikarin beşdar bin.

Piştî ku hilbijartinên navxweyî diqedin, her partî di dawîya Tebaxê yan di serê Îlonê de kongreyekê li dar dixe. Her partî di vê kongreyê de bi fermî berbijarê xwe yê seroktîyê dîyar dike.

Berbijarên Îsal Kî Ne?

Di hilbijartinên seroktîyê de berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden e, û berbijarê Partîya Komarî serokê niha Donald Trump e.

Berbijara Libertarian Party anku Partîya Azadîxwaz Prof. Jo Jorgensen e û herwiha berbijarê Partîya Kesk jî Howie Hawkins e.

Sembol û Rengên Partîyên Hilbijartinan Çi Ne?

Sembola Partîya Komarî fîl, ya Partîya Demokrat jî ker e.

Hilbijartinên Amerîka bi rengan jî têne zanîn. Rengê Demokratan şîn e û yê Komarîyan jî sor e.

Eyaletên ku partî serdest in wek "eyaletên sor" yan "eyaletên şîn" têne bi nav kirin.

Pêvajoya Dengdanê Çawa Dixebite?

Şert û şewazên dengdanê li her yek eyaletê cuda ye.

Li gelek eyaletan mafê dengdana pêşdem heye.

Herwiha, li piranîya eyaletan mafê dengdana bi şandina nameyan heye.

Serok bi Kîjan Pîvanan Tên Dîyar Kirin?

Encama hilbijartinên seroktîya Amerîka li gor rêjeya dengên ku berbijar li seranserê welêt digire, nayê hesab kirin.

Encam, li gor hejmarên gîştî yên endamên Desteya Hilbijaran (Electoral College) ve, ku partî ji tevahîya eyaletan qezenc dikin, tê hesab kirin.

Wateya vê şewazê ev e ku gava hilbijêrên Amerîkî diçin ser sindoqan, ew ne jibo serokê nû, lê jibo Desteya Hilbijaran (Electoral College) deng didin, ku ewê serokê nû hilbijêre.

Desteya Hilbijaran (Electoral College): Komîteya hilbijartina seroktîya Amerîka ye û piştî hilbijartinên seroktîyê wek kongreyekê dicive.

Delegeyên - nûnerên ku ji hêla her berbijarê seroktîyê ve hatine birin beşdarî vê kongreyê dibin û serokê Amerîka di encama vê dengdanê de dîyar dibe.

Desteya Hilbijaran (Electoral College) ji 538 delegeyan pêk tê, ku ev jimara giştî ya Civata Senatoran û Civata Nûneran ya Amerîka ye.

Berbijarê ku 270 delegeyan bi dest bixe, di hilbijartina seroktîyê de serketî dibe.

Wek mînak, di hilbijartinên paşîn yên di 2016'an de, Trump bi qezenckirina 304 delegeyan wek serok hat hilbijartin.

Lê, tevî ku Clinton ji Trump nêzî 3 mîlyon pirtir deng wergirt jî, jiber ku piranîya Desteya Hilbijaran bi dest nexist, ew bi ser neket û hilbijartina seroktîyê hinda kir.

Hejmarên Delegeyên Desteya Hilbijaran (Electoral College) Çawa Tê Dabeş Kirin?

Dabeşkirina hejmarên delegeyan li gor rêjeya nifûsa eyaletan tê destnîşan kirin.

Eyaletên ku xwedîyê şenîyên mezin in, di Desteya Hilbijaran de bi hejmarên mezintir têne temsîl kirin.

Eyaletên ku nifûsên wan mîlyonekê yan hinditir bin, tenê bi 3 delegayan têne temsîl kirin.

3 eyaletên ku xwedîyê herî zêde delegeyan e bi rêzê ev in: California, Teksas û New York

Eyaletên ku her yek têne xwedîyê 3 delegeyan e jî ev in: Alaska, Delaware, Montana, North Dakota, South Dakota, Vermont û Wyoming.

Hilbijartin bi armanca parastina hevsengîya di navbera eyaletan, bi vî rengî tê çê kirin.

Her yek eyalet jibo Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka ya bi 435 endaman, li gor nifûsa xwe nûneran hildibijêre.

Lê, tevahîya eyaletan jibo Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka dikarin vekhew tenê 2 senatoran hilbijêrin.

Di dîrok û qanûna bingehîn ya Amerîka de ji vê rewşê re Lihevkirina Mezin (Great Comprimise) tê gotin.

Civata Nûneran û Civata Senatoran yên Kongresa Amerîka Çi Ne?

Civata Nûneran: Beşa jêrîn ya Kongresa Amerîka ye û bi giştî 435 kursîyên wê hene. Hilbijartinên vê civatê her du salan carekê tên nû kirin.

Endamên Civata Nûneran, di asta federal de nûnertîya gel dikin. Hejmara endamên wê ji her eyaletê, li gor nifûsa giştî ya wê istanê tên biryardan.

Li gor encamên serjimêrîya gîştî, ku her 10 salan carekê tê kirin, dibe ku hejmara kursîyên eyaletan ya Civata Nûneran biguhere.

Jibo berbijarîya Civata Nûneran şert ev e ku berbijar 25 salî be û 7 sal hemwelatîya Amerîka be.

Sîstema seroktîya Amerîka, beşên qanûndanîn û rêvebirîya bi tevahî ji hev veqetandîye û cuda kiriye anku sîstema cihêbûna desthilatê heye.

Hikûmet ne ji nava Civata Nûneran û Civata Senatoran, lê bi hilbijartinên seroktîyê tê hilbijartin.

Hikûmet, di encama hilbijartinên seroktîyê de ji hêla serok ve tê damêzrandin.

Civata Senatoran: Civata jorîn e û ji 100 endaman pêk tê. Bê girîngîya mezinbûn û şenîbarbûna wê, 2 senator nûnertîya her eyaletekê dikin.

Ji sêyan yekê Civata Senatoran bi hilbijartinan her 2 salan carekê tê nû kirin.

Herwiha, di hilbijartinên seroktîya Amerîka de jî, ji sêyan yekê Civata Senatoran tê hilbijartin.

Her senator 6 sal li ser erka xwe dimîne.

Li gor qanûna bingehîn ya Amerîka, her kesekî/e 30 salî û ger herî kêm 9 salan hemwelatîyê Amerîka be, dikare ji eyaleta ku dijî bo Civata Senatoran bibe berbijar.

Senato, wek civata jorîn, xwedîyê çend pêşnîyar û hêzên erêkirinê yên taybetî ye: erêkirina peymanan û erêkirina destnişankirina wezîran, endamên dadgeha bilind, dadwerên federal û karbidestên payebilind yên artêşa Amerîka.

Pêşnivîsa qanûnan li her du civatan jî cuda cuda têne nîqaş kirin û dengdan li ser wan tên kirin.

Ger di navbera qanûnên ku li her du civatan de hatine pejirandin de cudatî hebe, pirsgirêk ji hêla komîsyoneke hevpar ve, tê çareser kirin û pêşnivîsa qanûna lihevkirî jibo erêkirinê ji Serok re tê şandin.

Pêvajoya Piştî Hilbijartinan Çawa Dimeşe?

Piştî hilbijartinê peyvajoyeke veguhêstinê destpê dike.

Di vê demê de, çaverê ye ku serokê nû tîma rêvebirîya xwe ava bike, ser hin mijaran ji karbidestên payebilind agahdarîyan bigire û hûrgilîyên bernameya xwe ya nû dîyar bike.

Heke serokê serkar jinûve were hilbijartin, polîtîka û revebirîya heyî bê navber didome.

Encamên Hilbijartinên Seroktîya Amerîka Kengî Tên Pejirandin?

Encamên hilbijartinên seroktîyê piştî hilbijartinê, di serê meha yek, Rêbendanê de ji hêla Kongresa Amerîka ve têne pejirandin.

Serokê Nû Kengê Dest bi Kar Dike?

Serok û cîgirê serok ku di hilbijartinê de serfiraz dibin, di 20'ê Rêbendanê de bi merasîmeke girseyî sondxwarinê dest bi kar dikin.

XS
SM
MD
LG