Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevahîya Cîhanê li Benda Encama Hilbijartinên Amerîka Ye


Amerîka li benda hilbijartinên 3'yê Mijdarê ye ku serokê 46'an yê Amerîkayê hilbijêre. Em tenê 5 rojan ji vê roja girîng dûr in û çavên tevahîya cîhanê jî ser vê hilbijartinê ye.

Peşwazîya di navbera berbijarê Komarî Donald Trump ku an niha serok e û berbijarê Demokrat Joe Biden bi rengekî pir rengî lê bi girjî didome.

Rojnamevanê Dengê Amerîka û analîstê sîyasetê Mutlu Çîvîroğlu rewşa herî dawî ya hilbijartina seroktîya Amerîka şîrove kir.

Mutlu Çiviroğlu
Mutlu Çiviroğlu

Di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re de, Çîvîroğlu li ser taybetmendîya peyvajoya hilbijartina seroktîya Amerîka agahdarî da û got ev hilbijartina ji hilbijartinên berê, ji gelek alîyan de cuda ye.

"Berî her tiştî, ev hilbijartina seroktîyê di bin mercên pandemîyê de tê kirin, ku Amerîka li cîhanê jiber vîrusa korona herî pir zarar dîtîyê ye. Di derbarê beşdarbû na mirovan tirs, guman û fikar hebûn, gelo dê hilbijêr herin ser sindoqan. Lê, hebûna dengdana pêşdem û derfeta dengdana bi şandina nameyan ev fikarana hinekî kêm dike," Çîvîroğlu got.

Wî herwiha ragihand ku ev hilbijartina seroktîya Amerîka jibo sîyaseta cîhanê û peyvendîyên navbera welatan û rexistinên navneteweyî jî gelek gîrîng e.

"Di heman demê de sibêroja sîyaseta derve ya Amerîka jî di vê hilbijartinê de zelal be. Gelo sîyaseta niha ya Qesra Sipî dê bidome? Trump heya niha b bala xwe dabû hindurê Amerîka, lê bi hatina Biden sîyaseta derve ya Amerîka dikare vegere rewşa berî hatine Trump," Çîvîroğlu got.

Hun dikarin tevahîya hevpeyvîna bi Çîvîroğlu re li ser lînka jêrîn guhdar bikin.

OY_10_29_2020_M_Çiviroglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG