Wezareta Xezîneyê ya Amerîka îro dijî rêxistina Hîzbullahê toleyên nû ragihandin.
Xezîneya Amerîkî di vê çarçovê de dijî karsazê Lubnanî Ehmed Celal Reda Abdullah, hevkarên wî û kompanpîyên wî kir nava lîsta toleyan.
Wezaretê dîyar kir ku Abdullah, pênc hevkarên wî û heşt kompanpîyên wî yên li Lubnan û Îraqê ketine nava lîsteya Toleyan ya Ofîsa Kontrolkirina Hebûnên Biyanî ya Wezareta Xezîneya Amerîka.
Li gor wezareta Amerîkî, Abdullah karbidestekî Hîzbullah e û endamekî çalak yê tora darayî ya cîhanî ye.
Wezaretê herwiha da zanîn ku Abdullah bi dehsalan e piştgirîyê dide Hizbullahê û li gelek welatan bazirganîyê dike qazancên wan veguhestinê koma bi piştgirîya Îranê.
Xezîneya Amerîkî ragihand ku Abdullah karmend û xizmên xwe yên payebilind bi kar anîne ku li seranserê Rojhilata Navîn ser navê Hizbullahê karsazîyên nû ava bikin.
Hîzbullah di 1982’an de ji hêla Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) û Heza Qudsê ve hat damezrandin û ji alîyê Amerîka û welatên Rojavayî ve wek rêxistineke terorîst tê dîtin.
Hîzbullah li Lubnanê komeke bi hêz e ku milîsên çekdar demeke dirêj e ku dijî Îsraîlê şer dikin.