Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Serhildayên Husî Wek Rêxistineke Terorîst Destnîşan Dike


serhildêrên Husî yên Şîa yên Yemenê
serhildêrên Husî yên Şîa yên Yemenê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Yekşemê dîyar kir ku ewê serhildêrên Husî yên Şîa yên Yemenê wek rêxistineke bîyanî ya terorîst destnîşan bike.

Dîplomat û komên alîkarîyê bi fikar in ku ev biryara dikare gotûbêjên aştîyê tehdît bike û hewldanên bo têkoşîna dijî krîza mirovahîyê ya herî mezin ya cîhanê aloztir bike.

Mike Pompeo bi daxuyanîyeke ragihand ku Wezareta Karên Derve yê Amerîka jibo rexistina Ensar Allah,ku mîna Husîyan jî tê zanîn, wek Rêxistinek Terorîst ya Biyanî were destnîşankirin, dê Kongresê agahdar bike.

"Her wiha ez dixwazim sê rêberên Ensar Allah, Ebdul Melik el-Husî , Ebd el-Xaliq Bedr el-Dîn el-Husî, û Ebdullah Yahya el Hekîm, bi taybet wek Terorîstên Cîhanî destnîşan bikim", Pompeo got.

Rêvebirîya Trump di hefteyên borî de toleyên hemberî yan têkildarî Îranê her diçe pirtir dike.

Hin hevalbendên serokê hilbijartî Joe Biden û şirovekar dibejin ku karmendên Trump hewl didin ku jibo rêvebirîya ya Biden ya tê re dijwartir bibe ku bi Îranê re têkeve têkilîyê û vegere peymana navokî ya navneteweyî.

Biryara xistina nav lîsteya reş ya rexistina girêdayî Îranê ji hêla Reuters ve di demjimêrên pêş de cara yekê atibû ragihandin.

Ev biryara, di dema ku rêveberîya serokê hilbijartî Joe Biden xwe amade dike ku di 20'ê Çile de desthilatdarîyê ji Trump bigire, hat dîyar kirin.


Rêbereke Husîyan di peyamek ser Twitter got rexistina ku ji sala 2015'an vir ve li Yemenê di gel koalîsyona bi pêşengiya Saudîyan şer dike, mafê bersîva hemberî her danasîneke bi wî rengî diparêze.


XS
SM
MD
LG