Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Armanca Amerîka Ewlekirina Firokxana Kabulê Ye


Dîmeneke ji balafirgeha Kabulê, 16 Tebax 2021.
Dîmeneke ji balafirgeha Kabulê, 16 Tebax 2021.

Cîgirê Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîkayê Jon Finer îro Duşemê ragihand ku Amerîka dê giranîya xwe bide ser ewlekirina balafirgeha Kabulê.

Jon Finer got, armanca wan ya sereke ewlekirina balafirgê ye, da ku firînên jibo derxistina hemwelatiyên Amerîkî yên li Afganistanê û Afganîyên ku bi Amerîka re xebitîne û kesên din yên bi taybet di xeterîyê dane, bidomînîn.

Hevdem, Finer destnîşan kir ku ewê pirtir hêzên Amerîkî yên din, îro û roja Sêşemê dê biçin balafirgehê.

"Armanca sereke ya hewildanên me yên îroyîn ew e ku em wê balafirgehê ewle bikin û bixebitînin da ku firîn berdewam bikin," Finer ji MSNBC re got.

Karbidestekî berevanî yê Amerîkî ji Reuters re got, Amerîka tevahîya firînên rizgarkirinê yên ji Kabul bi demkî rawestandiye da ku kesên ku li balafirgehê kom bûne derxîne.

Lê, karbidest ranegihand ku rawestandin dê heya kengî berdewam bike.

Wî da zanîn ku Amerîkayê armanc dikir ku bi deh hezaran Afganîyên di xeterîyê de yên ku jibo Amerîka dixebitîn, ji Afganistanê derxe û wan demkî li Fort McCoy ya li Wisconsin û Fort Bliss ya li Texas bi demkî bicîh kirana.

XS
SM
MD
LG