Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General McKenzie Dibêje Ew li Afganistanê Pêşbînîya Êrîşên Nû Dikin


General Frank McKenzie, qumandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) got ku fermandarên Amerîkî pêşbînîya pirtir êrîşên Dewleta Îslamî (DAIŞ) dikin.

Wî got ku DAIŞ dikare bi roket yan otomobîlên bombekirî firîngehê bikin armanc û ew hemî tiştên pêdivî dikin ku xwe amade bikin.

McKenzie anî ziman ku hin îstîxbarat bi Talîban re tê parve kirin û ew bawer dike ku "hin êrîş ji hêla wan ve hatine têkbirin".

Zêdetirî 20 welatên hevalbend yên NATO' yê ku xebatên derxistina hemwelatîyên xwe û yên Afganî bi fîrînin ji Kabulê dimeşînin ragihandin ku ewê îro xebatên xwe temam bikin.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa li Kabulê, girtiye ser xwe.
DAIŞ’ê dîyar kir ku çekdarekî wan yê xwekuj, li Kampa Baran ya nêzî Firîngeha Kabulê kembera bi bombe teqandiye.

Pentagonê îro piştrast kir ku êrîş ji alîyê xwekujekî ve hatiye kirin, ne ji hêla du kesan wekî ku berê dihat texmîn kirin.

XS
SM
MD
LG