Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tixubê Amerîkî û Kanada jibo Seredanên Asayî Vedibe


Sînorê Kanada- Amerîka
Sînorê Kanada- Amerîka

Kanada îro Duşemê qedexeya rewîtîyê ya bo bazirganî betlaneyê yan seredanê ya ser hemwelatîyên Amerîka, radike.

Kanadayê, qedexeya ji sinor derbazbûnê di çarçevoya tedbîrên dijî pandemîya COVID-19 ragihandibû.

Hemwelatîyên Amerîka û rûniştvanên domdar yên qanûnî, jibo rewîtîya Kanada divê bi temamî vaksînkîrî bin û di nav 3 rojên borî yên dema ku ji sînor derbaz dibin pêwîste ku testên wan yên COVID-19 neyînî bibin.

Hevdem, rêwîyên Amerîkî berîya ji sînor derbaz bibin pêdivî ye ku li ser App'ekî bi navê ' arriveCAN' serîlêdana rewîtîyê bikin.

Sazîya Xizmetên Sînor ya Kanada hejmara kesên ku tê pêşbînîkirin ku ewê bi jinûve vekirina sînor bikevin Kanada, dîyar nekir.

Lê, rêwî divê jibo îhtîmala dema dirêj ya sekina ser ser sînor amade bin.

Karbidestên Kanadayê didin zanîn ku di van hefteyên dawî de hejmara çêkirina testan sê qat zêde bûye.

Her wiha, Kanadayê meha borî bo hemwelatiyên xwe yên ku ji Amerîka vedigerin pîvana karantîna ya du hefteyan rakir.

Sînorê Amerîka -Kanada ji Adara 2020'an vir ve jibo rêwîtiyên ne bingehîn jiber pandemîya vîrusa korona girtî bû.

Lê, Amerîka bo hemwelatîyên Kanadayê hîn jî qedexeya rewîtîyê bi kar tîne.

Amerîkayê dîyar kiribû ku rewîtîya ne bingehîn ya bo tevahîya Kanadîyan,ji derîyê sînor heya 21'ê Tebaxê hatiye dirêj kirin.

Heman qedexe bo sînorê Meksîko re jî bi bandor e.

Lê, rêvebirîya Biden dest bi plansazîya vekirina qonaxî dike.

Pîvana sereke ya bo kesên ku serdana Amerîka bikin ewê vaksînlêdana vîrusa korona be.




XS
SM
MD
LG