Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Amerîkîyên ku Gefa Belavkirina Korona Kirine, bi Terorê Tên Tawanbar Kirin


Du Amerîkîyên ku bi belavkirina vîrusa korona gef xwarin, bi terorê hatin tawanbar kirin.

Wezareta Dadê dîyar kir ku vîrusa korona ‘’çekê bîyolojîk’’ e û da zanîn ku ew bo gef û henekên bi wê vîrusê dikare heta pênc salan cezaya girtîgehê bide.

Amerîkîyekî li Florida gava jiber tundûtûjîya li malê dihat desteser kirin bi ser polîsan tif kiribû û kuxiyabû.

Belgeyên dadgehê dîyar dikin wî Amerîkîyî ji polîsan re gotiye ku ‘’Ez pêketîyê vîrusa korona me’’, lê dûra testa wî neyênî derketiye.

Li Teksasê jî dijî zilamekî ku ji Facebookê îdia kiribû ku wî bo belavkirina vîrusa korona pere daye supermarketan doz hat vekirin.

Zanîngeha Johns Hopkinsê dide zanîn ku vîrusa korona li Amerîka bi qasî 15,000 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG