Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Karanîna Maskan Di Hatûçûna Giştî De Disepîne


Virus Outbreak US Surge
Virus Outbreak US Surge

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka dîyar kir ku ji bo rawestandina belavbûna vîrusa korana, li seranserê welat li tevahîya cûreyên hatûçûna giştî, karanîna maskan were sepandin.

Ewê biryar ji destpêka roja Yekşemê,1ê Şubata 2021 demjimêr 11:59ê de dest pê bike.

Li gor biryarê divê her kes dema ku li meşîneke hatûçûnê siwar bibin, peya bin û dema ku bi her meşîneke têkevin hindurê yan jî di nava Amerîka de maskeyan li xwe bikin.

" Pêdivîya maskan ya ji bo tevahîya sîstemên meyên hatûçûnê ewê Amerîkîyan biparêze û bawerîyê dabîn bike ku em bikarbin carek din jî di vê pandemiyê de bi ewlehî rêwîtîyê bikin, " Di biryarê de hat gotin.

Hevdem, berpirsê CDC Dr. Rochelle Walensky roja Înêyê ji bo dirêjkirina dema dernexistina mirovan ji xanîyan yên bi sedema nedayîna heqê kirê yan jî deynên bankayan yên bo kirîna xanîyan(mortgage), fermanek îmza kir.

Dr. Rochelle Walensky bi daxuyanîyeke ragihand ku pandemîya COVID-19 ji bo saxlemîya neteweya me xeterek dîrokî derxist holê. Tevî hewldanên berfireh yên bo peşîgirtin û rawestandinê, belavbûna nexweşîyê bi rengekî metirsîdar û herwiha bi lezeke berbiçav didome.

Di daxuyanîyê de pirsgirêkên gelek Amerîkî ji ber nexweşîya ku vîrusa korona dibe sedem rûbirû nin jî hat destnîşan kirin.

Walensky got:

“Pandemî bo gelek Amerîkîyan pirsgirêkên bingehîn yên wek bêewlehîya xaniyan jî derxist holê. Hiştina mirovan li malên wan û li sitargehan bo parastina wan ji dûrê cîhên civakî yên gîştî jibo rawestandina belavbûna COVID-19 gavek girîng e."

Li serenserê cîhanê jiber rêjeyên pêketinên COVID-19 her diçe zêde dibe û cûreyên nû yên vîrus derketîye, hin welatan di derbarê rêwîtîya navxweyî û navneteweyî de tedbîr û qedexeyên nû dîyar dikin.

Ji ber ku jimara pêketinên COVID-19 her ku diçe zêde dibe û cûrbecûr cûrbecûr vîrus derketî, hin welat qedexeyên rêwîtiyê yên nû ferz dikin.



XS
SM
MD
LG