Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 50 Mîlyon Bermîlên Petrolê ji Rezerva Awarte Berdide


Tankên hilanînê yên petrolê li Detroit, Amerîka

Qesra Sîpî îro Sêşemê dîyar kir ku Amerîka dê 50 mîlyon bermîlên petrola xav ji rezerva stratejîk biherikîne bazarê da ku lêçûnên enerjîyê kêm bike û alîkarîya daketina bihayê petrolê bike.

Qesrê da zanîn ku serbestberdan bi dê şêwaza kredî û firotanê pêk were û bi kordînasyona Çîn, Hindistan, Koreya Başûr, Japonya û Brîtanya ve were kirin.

Wezareta Enerjîyê ya Amerîkayê wê petrolê ji rezerva Stratejîk ya Petrolê bi du rêkan peyda bike; 32 milyon varîl ewê di çend mehên pêş de serbest were berdan û dê di salên pêş de, were vegerandin rezervê.

Hevdem, wek rêka dudya 18 varîl dê wek beşek ji firotina petrolê were pêşkeş kirin, ya ku Kongresa Amerîkî jixwe berê ev yek pejirandibû.

Rezerva Stratejîk ya Petrolê ya Amerîka embarek(depo) rewşa awarte ye ku di rewşa karesatên xwezayî, pirsgirêkên ewlehrîya neteweyî û bûyerên din de, gehîştina petrolê biparêze.

Li Amerîka rezervên petrolê ji hêla wezareta enerjîyê ve tê rêvebirin û li beravên Kendava Texas û Louisiana di şikeftên ku ji qubeyên xwê hatine çêkirin, têne hilanîn.

Nêzî 605 milyon varîl petrola şîrîn û tirş di rezervan de heye.

Her wiha, berdevika Qesira Sipî Jen Psaki êvara Duşemê ragihand ku Qesra Sipî dê kompanîyên petrolê jî bişopîne.

Karbidestan destnîşan kir ev cara yekê ye ku Amerîka belavkirina petrolê bi hin ji mezintirîn kiryarên petrolê yên cîhanê re hevsengîyê dike.





XS
SM
MD
LG