Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Amerîka li Moskowê Sullivan bo Danûstandinan Tê Washingtonê


John Sullivan li Moskowê

Balyozê Amerîka yê li Moskowê John Sullivan dîyar kir ku ewê bo danûstandinên bi rêvebirîya Serok Joe Biden re derbazî Washingtonê be.

Sullivan bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku ewê vê hefteyê vegere Washington ya paytext û bi rêvebirîya Biden re ser peywendîyên Amerîka û Rûsya biaxife.

Sullivan dîyar kir ku ewê di çend hefteyan de vegere Moskowê.

‘’Li Washingtonê, di rêvebirîya Biden de hevkarên me yên nû hene û bi ya min girîng e ku ez bi wan re rûbirû ser peywendîyên Amerîka û Rûsya biaxifim.’’ Sullivan got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku wî ji salekê zêdetir e malbata xwe nedîtiye û ew jî yek ji sedemên serdana welêt e.

Rûsya, di 16’ê Nîsanê de rasterast ji Sullivan nexwestibû ku ji welêt derkeve lê dîyar kiribû ku li balyozê Rûsya yê li Washingtonê binêre.

Serok Joe Biden, bo Serokê Rûsya Vladimir Putin gotibû ku ‘’kujer’’ e û Moskowê, Balyozê Rûsya yê li Washingtonê bo danûstandinan vexwendibû welêt.

Bo vegera Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Anatoly Antanov hîn bernameya vegerê eşkere nebûye.

Rêvebirîya Biden di 15’ê Nîsanê de jiber ‘’maytekirina Rûsya ya li hilbijartinên seroktîyê yên 2020’an û êrîşên înternetî yên dijî daîreyên hikûmeta federal’’ dijî Moskowê toleyên nû ragihandibûn.

Bi toleyan, bo 10 dîplomatên Rûs fermana derketina ji Amerîka hatibû ragihandin ku Moskowê jî bi heman rengî bersîv dabû.

XS
SM
MD
LG