Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Jiber Gefa Rûsî ya Dijî Radyo Ewrupa Azad Rêvebirîya Biden Hîşyar Dike


Radio Free Europe/Radio Liberty.
Radio Free Europe/Radio Liberty.

Pênc endamên Civata Nûneran ya Amerîka roja Înêyê ji rêvebirîya Serok Joe Biden xwestin ku hemberî tiştê ku ew mîna gefek ji Rûsya ya dijî Radyo Ewrupa Azad(RFE) tekoşînê bike.

Serokê Komîteya Karên Derve ya Demokratîk Gregory Meeks, endamê payebilind yê Komîtê yê Komarî Michael McCaul, Demokrat Marcy Kaptur, Komarî Adam Kinzinger û Demokrat William Keating ji serok Biden re di derbarê mijarê de nameyek hevpar nivîsandin.

"Em bang li rêveberîya Biden dikin da ku demûdest bersrîva hikûmeta Rûsî bide, " wan got.

Radyoya Ewrupa Azad, rêxistinek ragihandinê ya ku Amerîka piştgirîya wê ya darayî dike.

Piştî ku Rûsya RFE bi binpêkirina qanûna sixûrên biyanî ya welêt tawanbar kir, niha rûbirûyê mîlyon dalaran cezabirînê ye û herwiha dijî karmendên wê îhtîmala tawanbarîyan heye.

Li gor guhertinên nû yên di qanûnê Rûsya, divê rêxistinên medyayên ku fonên biyanî werdigirin li ser tevahîya naveroka xwe nîşana 'ji hêla nûnerê welatê biyanî ve hatîye hilberandin', daynin.

Endamên Civata Nûneran dîyar kirin ku rojnamevanên RFE bi sedema 'metirsîya wek karên bêrûmet bike', red kirine ku naveroka wiha nîşan bikin.

Hevdem, endaman ji rêvebirîya Biden xwestin ku tavilê ji hikûmeta Rûsî re zelal bike ku ev sînordarkirinên li ser RFE, hevkarên wê û karmendên wê nayên qebûlkirin û, bi taybet, tawanbarkirina karmendên RFE dê bi encamên cidî re were bersîvkirin.

Qanûndaneran herwiha bang li rêveberîya Biden kirin da ku ser toleyên hemberî karbidestên Rûsî bifikire û her wiha daxwaz kirin ku bersîvek mezintir bo sazîyên Rûsî yên wek Russia Today (RT) û Sputnik yên ku li Amerîka weşanê dikin, were dayîn.

Ev sazîyên medyayê di heman rewşên sazîyên rojavayî yên mîna RFE li hundirê Rûsyayê kar dikin de nin.

RFE, ji hêla Ajansa Amerîka ya Medyayê ya Gerdûnî ve tê birêv birin û sazîya sîwan ya Dengê Amerîka ye.

Rexnegir dibêjin qanûnên nû yên Rûsya ku sazî û nûnerên biyanî dikin armanc bi keyfî hatine derxistin da ku rêxistinên civaka sivîl ya Rûsî, parêzvanên mafên mirovan, û aktvîstên sîyasî bikin armanc.

Koordînatorê bernameya Ewropa û Asyaya Navîn ya Komîteya Parastina Rojnamevanan, Gulnoza hefteya borî ser mijarê daxuyanîyeke ragihand.

"Qanûnên Rûsî tê bikar anîn da ku rojnamevanan sansur bike û rêxistinên medyayê tacîz bike û herwiha wan tehdît bike," Gulnoza got.

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî got ku dê qanûn ne tenê xebata rêxistinên civaka sivîl yên ku ji derveyî Rûsyayê fonan digirin lê xebata gelek komên din jî sînordar,asteng dike û zararê dide.

XS
SM
MD
LG