Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûyera Birîndarbûna Leşkerên Amerîkî li Bakurê Rojhilatê Sûrîyê


Navçeya Tirbesipîyê hêzek koalisyonê rê ber hêza Rûsî girtî ye

Roja çarşemê, karbidestên Amerîkî ji Reutersê re ragihand ku jimareke biçûk ya leşkerên Amerîkî di encama danûstandina fîzîkî ya bi hêzên Rûsî re, li bakurê rojhilata Sûrîyê birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku Dengê Amarîka bi destxistin ku du manşeyên yek amarîkî û a din rûsî li navçeya Dêrikê di dema rêgirtina ber hev li hevketin .

Li gorî çavkanîyekê ji herêma Dêrikê ku bûyer li gundê Kanîya Girkê ku dikeve rojhilatî Dêrikê qewmî ye.

Rojnamevanê kurd ji bajarê Dêrikê Malva Elî ji dengê Amarîka got : "Necara yekêye ku bûyerên wisa dinavbera hêzên Amerîkî û Rûsî de derdikevin ji bûharê de heya niha ev bûyer li herêmê Dêrikê ber dewame".

Ji aliyê xwe ve koşka spî daxuyaniyek derbarê bûyerê weşand û dibêje "Roj 25 meha tebaxê demjimêr 10 sibehê li gorî dema herêmê ya Sûrîyê, li navçeya Dêrikê li bakûr rojhilatê Sûrîyê, deweriyek ewlekarîyê ya rojane ya koalisyona têkibirina Daişê rastî dewriyeke leşkerê Rûsî tê, maşîneyeke Rûsî li maşîneyeke koalisyonê dide. Di encam de tîma maşîneya koalisyonê birînadbûn, ji bo bûyer gur nebe dewriya koalisyonê ji wê deverê vekişîya."

Hêjaye gotinê ye ku hêzên Sûriya Demoqratîk heya dema amadekirina vê raporê ret kirye ti daxuyanîyê derbarê bûyerê bide .

Li gorî şopîneran ku bûyerên rêgiritinê dinavbera Hêzên Rûsî û koalisyonê da li navçeya Dêrikê her car dûbare dibin .

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00


XS
SM
MD
LG