Wezareta Karên Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekî êrîşa derveyî sînor ya ji Sûrîyê ya dijî Tirkîyê, şermezar kir.
Ev daxuyanîya rojeke piştî ku Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan ragihand ku Tirkîyê bi biryar e ku gefên li bakurê Sûrîyê derdikevin, ji holê rake.
Erdogan roja Duşemê got ku "êrîşa mîlîtanên Kurd yên YPG’ ê ku 2 polîsên Tirk hatibû kuştin, dilopa dawî ye."
Du polîsên Tirk roja Yekşemê di êrîşa mûşekî ya li herêma Ezaz ya li bakurê Sûrîyê hatin kuştin, ku Tirkîyê dibêje ku êrîş ji alîyê YPG’ê ve hatiye kirin.