Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Karbidestên Sudana Başûrî Toleyên Nû Radigihîne


Salva Kiir û Riek Machar

Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Duşemê ragihand ku dijî du karbidestên payabilind yên Sudana Başûrî toleyên nû hatine ragihandin, sedema ku ew şerê navxweyî gurtir dikin.

Endamê kabîneya Sudana Başûrî Elia Lomuro û Wezîrê er Karên Berevanîyê Kuol Manyang Juuk, jiber rola wan ya astengkirina aştîyê û kûrkirina kêşeyên wî welatî ketin nav lîsta reş ya Ameîkî.

Pispor bawer dikin ku armanca vê biryara zêdekirina givaştinên ser karbidestên Sudana Başûrî ye ku hikûmeteke yekbûyî damêzirînin.

Di sala 2013’an de, kêmtir ji du salan piştî wergirtina serxwebûnê ji Sudanê, şerê navxweyî li li Sudana Başûr derketibû û dora 400,000 kes hatibûn kuştin û bi mîlyonan kesên din jî derbider bûbûn.

Serokê Sudana Başûr Salva Kiir û rêberê opozîsyonê Riek Machar di 2018’an de, di bin givaştina Amerîka û dewletên herêmê de peymanek îmza kiribû ku heta 12’ê Mijdara vê salê hikûmeteke yekbûyî pêk bînin, lê ew yek pêk nehatibû.

Kiir û Machar ser 100 roj muhlet hevbîr bûbûn ku hikûmeta yekgirtî ava bikin.

XS
SM
MD
LG