Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Divê Hikûmeta Amerîkî Beşeke Mezin ya Tiktokê Bikir


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê ragihand ku got ku hikûmeta Amerîkî divê "beşek girîng" ya buhayê firotanê ya karûbarên Tiktok ya li Amerîka bikire.

Serok Trump hişyarî da ku ewê di 15'ê Îlonê de bê firotanê, qedexe bike.

Ev daxuyanî di vê demê de tê ku Serok Trump roja Înê dîyar kiribû ku ew plan dike ku Tiktokê li Amerîka qedexeke bike û roja Şemîyê piştî peşnîyara Microsoftê ya kirîna Tiktokê ji hêla wê kompanîyê ve hate red kirin.

"Min got ku heke hûn wê bikirin, bi çi buhayê be ku diçe ji xwedîyê wê re ku her kî be, ji ber ku ez texmîn dikim ku xwedî bi rastî Çîn e. Min got ku beşek pir girîng a wê buhayê pêdivî ye ku jibo Xezîneya Amerîka were jiber ku em dikin ku rê vedikin da ku ev peyman çêbibe, " Trump got.

Ev ne zelal bû ku hikûmeta Amerîkî dê beşek ji buhayê kirînê çawa bikire.

Trump herwiha ragihand ku ku heke Microsoft an kesek din nikarebe Tiktokê bikire û peymanek xurt çêbike, ewê di 15'ê Îlonê de bigire ku bi vê rengî Xezîneya Amerîka gelek dirav werdigire.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku TikTok jiber ku pêzanîn kesena ku di dest xwe de berhev dike, bo ewlehîya neteweyî xeterîyek pêk tîne.

CEO û berpirsê gîştî yê TikTok Kevin Mayer hefteya borî kompanî ya wan bi biryar e ku qanûnên Amerîkî bişopînin û ew destûrê didin pisporan da ku çavderîya polîtîkayên hêsankirinê wan bikin û li ser kodê ku algorîtmayên wan lêkolîn bikin.

XS
SM
MD
LG