Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Ew ji Operasyonên Tirkîyê yên li Îraqê Aghadar E


Wezareta karên derve ya Amerîka

Wezareta Derve ya Amerîka li ser Twitterê derbarê operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Îraqê peyamek weşand.

"Em ji raportên mdedyayî yên ji operasyonên Tirkîyê li bakurê Îraqê haydar in. Em nerîna xwe dubare dikin ku di kiryarên leşkerî yên li Îraqê de, divê rêz li serwerîya Îraqê were girtin," wezarê got.

Êrîşên dubare yên Tirkîyê alozîya bi Îraqê re zêde kir.

Kabîneya Îraqê roja Çarşemê civîya û êrîşa Tirkîyê ya li Şengalê nirxand.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî, piştî civînê daxuyanîyek weşand.

"Em kiryarên leşkerî yên yekalî, ku prensîbên cîranîya baş binpê dikin, şermezar dikin. Dîsa, em red dikin ku ti kes axa Îraqê jibo berjewendîya xwe bi kar bîne, " ofîsê got.

Bexda jiber operasyonên leşkerî yên Enqerê li nava axa Îraqê pir caran gazî balyozê Tirkîyê dike û hişyarî dide.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîyê di 25 salên dawî de, bi dehan bingehên leşkerî li bakurê Îraqê çêkirine û gelek operasyon pêk anîne ku ya herî dawî di biharê de dijî PKK'ê êrîşeke nû ya derveyî sînor çêkiribû.

Hin pispor bawer dikin ku jiber ku Bexda Enqerê wek şirîkeke girîng ya aborîyê dibîne, naxwaze hember wê gavên berbiçav bavêje.

XS
SM
MD
LG