Wezareta Xazîne ya Amerîkî îro Sêşemê ragihand ku hember karsazê Sûrî Samir Foz û malbata wî toleyên aborî hatine ragihandin.
Wezaretê da zanîn ku malbata Foz nêzî Serokê Sûrî Beşar Esad e û ji şerê navxweyî yê berdewam gelek berjewendî ji xw ere çêkiriye.
Wezaretê dîyar kir ku birayên Samir Foz, Amir û Hisên û kompanîya wna ya malbatî Aman Holdîng ya bingeh li Lazqîya ji nav lîsta toleyan in.
Şîrketa ASM International General Trading ya heman malbatî ku kirîn, firotina genim, ceh, çekir û neftê dike, jî ketiye nav lîsteya cezayên Amerîkî.
Daxuanîya wezaretê herwiha ragihand ku kompanîyên Synergy SAL û BS Company, ku bi deh hezaran metrîk ton neftê Îranê tîna Sûryê jî wê rûbirûyê toleyên Amerîkî bin.