Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirs Û Analîst Sizayên Amerîka li Ser Tirkiyê Dinirxînin


Sizayên Amerîka li Ser Tirkiyê

Roja Duşemê 14ê Kanûnê, wezareta Xezîne ya Amerîkî ragihand ku bi sedema kirîna S-400'an ya sîstema berevanî ya Rûsî, toleyên nû li hember Tirkîyê hatine danîn.

Amerîka bawer dike ku S-400 li ser sîstema berevanî ya NATO'yê xeterîyeke mezin e.

Wezîrê derve yê Amerîka piştî derketina biryarê bi rêya twîterê got ku tevî hişyarîya wan Tirkîyê sîstema S-400 ya Rûsî kirî û ceribandina wê sîstemê pêk anî.

Piştî biryarê wezareta Derve ya Tirkîyê ragihandin ku sizayên nû yên Kongressa Amerîka li ser Tirkiyê feriz kirine red dikin û nerazîbûna xwe anî ziman.

Roja ku biryara sizyan derket, pêşwext di heman rojê de serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan gotbû Tirkîyê hêvî dike ku hevalbendê wê yê NATO Amerîka piştgirî bide wê û jibo kirîna mûşekên S-400 yên Rûsî sizayan dîyar neke.

Derbarê karîgerî û reaksyonên li ser sizayên Amerîka li dij Tirkiyê û siberoja têkiliyên wî welatî di navbera Amerîka û Rûsya de, herwiha bandor li ser siyaset û aborîya Tirkiyê hin berpirs û analîstan bo Dengê Amerîka nêrînên xwe anîn ziman.

Vahdettîn Înce Ji serkirdayetiya Partiya Dahatu
Vahdettîn Înce Ji serkirdayetiya Partiya Dahatu

Pêşî Vahdettîn Înce Endamê Serkirdayetiya partiya DAHATU ya nû û Şêwirmendê taybet yê Serokê wê Partiyê Ahmet Davutoglu got "Tirkiyê S-400 kirîn, Amerîka jî F-35 nefirotin Tirkiyê, têkiliyên du hevpeymanan xerab bûn, Rûsya ji vê kêfxweşe û pereyên xwe standin."

Derbarê bandora sizyaên Amerîka li ser aborîya Tirkiyê Înce weha dibîne ku ew siza ne gefe li ser sistema aboriya Tirkiyê, ew zêdetir weke hişyariyekê ye bo Tirkiyê. Înce weha dibîne ku di nava raporê de weha tê xwendin ku dibe sizayên din jî hebin.

Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê
Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê

Şirovekarê Siyasî û profesorê zanîngehê Dr. Abdullah Kirian jî dibêje "mirov nikare vê weke ambargo bi nav bike, çûnkî gelek lawaze".

Kiran weha dibîne ku "rêveberîya Trump bi vê biryarê dixwaze rê li hember ambargoya rast bigire ku dibe Joe Biden li ser Tirkiyê dane".

Kiran tîne ziman ku Tirkiye dê têkiliyên xwe bi Rûsya re gut neke, sist neke û dibe ku hêzjî zêdetir têkiliyan bi Rûsya re xurt bike.

Ziver Ozdemir PM AKP - Batman
Ziver Ozdemir PM AKP - Batman

Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Zîver Ozdemîr jî go, Tirkiye jî weke Amerîka weke Rûsya û Ewrupa li herêmê dixwaze siyaseteke xwe ya serbixwe hebe". Ozdemîr dîsan got "Jibo Tirkiyê çi pêwîst be emê bikîn". Derbarê bandora li ser aboriyê, Ozdemîr got, ji xwe Tirkiye jî weke hemû cîhanê jiber pandemîya vîrusa korona zirar dîtîye, ev siza jî "belê dê bandora wê ya aborî hebe".

Nûnerê HDPê li Konseya Ewrupa Fayîk Yagizay li ser sizayan nêrînin xwe gotin û da diyar kirin ku ji mêj daye ev siza hene, lê jiber hilbijartinên Amerîka Trump ne dihişt, lê di hilbijartina de Trump hinda kir û êdî Biden tê ser kar "ev sizayên sivik in weke yên Ewrupa ew jî sembolîk in".

Fayik Yagizay Nûnerê HDP li Ewrupa
Fayik Yagizay Nûnerê HDP li Ewrupa

Yagizay herwiha got, me dî ku Tirkiyê ewqas tiştan dike, mafan binpê dike, demokrasî binpê dike, hikquq tevahî binpê kirîye, heroj êrîşî derdora xwe dike, lê tenê jibo tevgeriyana wê ya li rojhilata Derya Spî siza danîn ser Tirkiyê, lê her du jî sembolî kin.

Şirovekar û mamosteyê zanîngehê Dr. Bêlal Samdûr li ser mijarê axîvî û got "ji dema ku Tirkiyê S-400 kirîn êdî xwe nêzî Rûsya û Çînê dibîne". Tirkiye dê bingeha ewlekariya xwe ya berevaniyê li ser çekê Rûsya ava bike.

Şirovekar Û Professor Dr. Bilal Samdûr
Şirovekar Û Professor Dr. Bilal Samdûr

Samdêr herwiha weha dibîne ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyê êdî di rewşek aloz û kaosekê de, dê dom bikin, êdî dema têkiliyên herdu welatan yên serdema "Şerê Sar " derbaz bûye.

Dr. Bîlal dîsan got ku Tirkye ji Amerîka wekheviya berjewendiyan dixwaze, ewê nakokiyan herdu welatan dom bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG