Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Şîna Qurbanîyên Êrîşa Ser Dibistana Teksasê Digire

Ala Amerîkî li Qesra Spî, bo rêzgirtina qurbanîyên êrîşa çekdrî ya li Dibistana Seretayî ya Robb li Uvalde, Teksas hate nizim kirin,24 Gulan 2022, Washington DC.
Ala Amerîkî li Qesra Spî, bo rêzgirtina qurbanîyên êrîşa çekdrî ya li Dibistana Seretayî ya Robb li Uvalde, Teksas hate nizim kirin,24 Gulan 2022, Washington DC.

Amerîka îro Çarşemê şîna 19 qurbanîyên zarok û 2 mamosteyan digire ku di êrîşa xortekî çekdar ya li dibistana seretayî ya li bajarê Uvalde eyaleta Teksasê hatin kuştin.

Êrîş do Sêşemê li dibistana Robb Elementary School qewimî ku nezî 600 xwendekar li wê derê perwerdê dibînin.

Berpirsê Ewlekarîya Giştî yê Teksasê Christopher Olivarez ji medya Amerîkî re ragihand ku tevahîya qurbanîyan li heman pola çaran ya dibistanê bûn.

Karbidestên ewlehîyê dîyar kir ku çekdarê 18 salî pêşî dapîra xwe li mala wê gulebaran kiriye û dû re li otomobîlekê ketiye dibistanê û gulebaran pêk anîye.

"Kujer bi kilîtkirina derî ji xwe re barîkat çêkir û dest bi gulebarankirina zarok û mamosteyên li hindurê wê polê dkir," Olivarez derheqa êrîşê got.

Karbidestên ewlehîyê nasnameya kujerê 18 salî wek Salvador Ramos eşkere kir ku rûniştvanê bajarekî nêzî 135 km li rojavayê San Antonio ye.

Lêpirsînerên komkujiyê heya niha armanca kujer Ramos eşkere nekiriye, lê ew dibêjin ku kujer di rojên berîya êrîşê de li ser medyaya civakî hesabek vekiriye û plana tundîyê weşandiye.

Lêpirsîner didin zanîn ku Ramos çend roj berî êrîşê bi qanûnî du tivingên êrîşkarîyê kiriye ku wek Assault Rifle (AR) tên zanîn.

Li gor Olivarez, tîmek taktîkî bi zorê derbazî pola ku êrîşkar Ramos tê de bû û rastî gulebarana Ramos hat lê, hêzên ewlehîyê ew gulebaran ki rû kuşt.

Êrîşa li bajarê Uvalde ku bi piranî Amerîkîyên Latînî dîjîn,yek jî gulebarankirina dibistanê ya herî kujer ya li Amerîka ye.

Serokê Amerîka Joe Biden piştî êrîşa li Teksasê gotareke xemgîn pêşkeş kir û careke din xurtkirina qanûnên kontrolkirina firotin û karanîna çekan daxwaz kir.

“Wek Amerîkî divê em bipirsin ku emê kengî hemberî lobîya çekan bisekinin? Jibo Xwedê, ma emê kengî tiştê hece bikin?”

Biden dîyar kir ku ew jiber bûyerên bi wî rengî êdî nexweş û westîyayî ye û êdî dema liv û tevgerê hatiye.

"Em çima qebûl dikin ku bi van komkujîyan re bijîn?"

Lê, çavder dibêjin ku perspektîfên jibo reformeke ser qanûna kirîn û xwedîkirina çekan niha erenî xuya nakin.

Alîgirên xurtkirina qanûnên kirîn û hilgirtina çekan ji salên dirêj vir ve hewil didin ku Kongresa Amerîkî reforman pêk bîne, lê Komarî hember wê yekê disekinin.
Ne dîyar e ku komkujîya herî dawî ramanên qanûndanerên Komarî yên dijber li Civata Senatoran guhertiye yan na; yên ku di siberojê de pîvanên sînordar yên çekan ku ji hêla Biden û senatorên Demokrat ve dihatin piştgirî kirin, asteng kiribûn.

Demokrat ku li Civata Senatoran xwedîyê 50 kursî ne, hewceyî 10 senatorên Komarî ne ku bikaribon qanûneneke nû ya kontrolkirina çekan derbaz bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG