Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bo 100 Welatan 200 Mîlyon Vaksînên COVID-19 Dibexşîne


Dîmeneke şandina vaksînên COVID-19 yên ji Amerîka

Berpirsa Ajansa Amerîkî ya bo Pêşvebirina Navneteweyî (USAID) Samantha Power roja Pêncşemê dîyar kir ku Amerîkayê heya niha belavkirina 200 mîlyon vaksînên COVID -19 bo zêdetirî 100 welatan, bi rengekî serketî pêk anîye.

Power ragihand ku 200 mîlyon sedem hene ku Amerîkî serbilind bin.

" (USAID) serbilind e ku bo tekoşîna dijî pandemîya herî xirab ya dîroka nûjen de, di hewldanên vaksînlêdana cîhanî ya di pîvan, bilez û tevlihevî de bêhempa ye, di rêza pêşîn de cîh bigire, " Power got.

Hefteya borî, Qesra Sipî ragihand ku ew 17 mîlyon dozên vaksîna bi yek dozê ya Johnson & Johnson bo Yekîtiya Afrîkî şandiye , û bexşîna giştî ji bo 55 welatan giheştêye 50 mîlyon doz vaksînan.

Qesra Sipî jibo bexşandina vaksînan bo welatên xizan yên li seren serê cîhanê dibêje ku soza Serok Joe Biden ya ku Amerîka wê bibe "cebilxaneya vaksînên cîhanê," bicîh dike.

XS
SM
MD
LG