Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 100 Milyon Dozên Vaksîna Johnson & Johnson ya COVID-19 Din Dikire


Vaksîna yek-dozî ya Johnson & Johnson ya COVID-19

Medya Amerîkî îro Çarşemê ragihand ku revebirîya serok Joe Biden plan dike ku 100 mîlyon dozên din yên vaksîna yek-dozî ya Johnson & Johnson ya COVID-19 bikire.

Tê pêşbînî kirin ku Biden vê ragihandinê Çarşemê di dema civînek bi rêvebirên Johnson & Johnson û Merck & Co. re dîyar bike.

Kompanîya dermançêkirinê ya Amerîkî, Merck jibo hilberîna vaksîna COVID-19 bi kompanîya din ya Amerîkî, Johnson & Johnson re hevkarîyê dike.

Amerîka, heya niha jixwe 100 mîlyon dozên vaksîna COVID-19 ji Johnson & Johnson kiribû.

Ajansa Reutersê jî ragihand ku Johnson & Johnson dê vê hefteyê nikaribe ti vaksînê radest bike, û dibe ku şandina vaksînan di rojên pêş yên di vê mehê de, jinûve dest pê bike.

NBC News radigihîne ku Amerîka ji xwe hilberînerên vaksînan yên din re gelek peyman îmza kirine da ku têra her welatîyek Amerîkî dozên vaksînan hilberînin.

Pispor dibêjin ku peymana bi Johnson & Johnson heke pirsgirêkên hilberînê di peydakirina vaksînên Pfizer û Moderna de derkeve holê, peymana Johnson & Johnson dê bibe wek polîtîkayekî bîmê.

XS
SM
MD
LG