Berpirseke tîma rêvebirîya Trump ya peydakirin û belavkirina perpûna vîrusa korona îro Çarşemê dîyar kir ku ew li bende ye ku Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA ) di demeke nêz de destûra karanîna vaksînê bide.
Moncef Slaoui ku şêwirmendê sereke yê erka Operation Warp Speed ye dibêje ku ew li bende ye ku vaksîna Pfizer li Amerîka heya 10 yan jî 11' ê Berfanbarê dê were pejirandin.
Slaoui ji televîzyona ABC re got ku ew çaverê dike ku ewê FDA mîna karbidestên Brîtanya, kararanîna awarte ya vaksîna ku ji hêla kompanîya Amerîkî Pfizer û ya Almanî BioNTech, bipejirîne.
Slaoui bang li mirovan dike ku di derbarê vaksîna vîrusa korona de, goh bidin pisporan, pezanînan bişopînên û bi hişmendî bin.
"Di saya zanista mezin lêkolîneran erka peydakirine şuna salan de di nava hefteyan de kirin," Slaoui got.
Slaoui vaksîna COVID-19 wek bîmeke dijî vîrusa korona binav dike û dibêje ewê me ji vê pandemîyê xelas bike.
derxîne."