Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC ya Amerîka Pêşnîyara Vaksîna Zekemê Dike

Dîmeneke ji vaksînlêdana dijî zekemê yên li Amerîka (Arşîv)

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka roja Pêncşemê ji Amerîkîyan re pêşnîyar kir ku hem diji COVİD-19 hem jî dijî zekemê xwe vaksîn bikin.

Berpirsa CDC'yê Dr. Rochelle Walensky, ragihand ku "ew fam dike ku ew hemî ji axaftina ser vaksînan aciz in. Lê îsal du car girîng e ku hûn vaksîna xwe ya zekemê bigirin."

Li Amerîka tevî ku pandemîya COVID-19 berdewam dike, demsala zekemê ya xirab ya zivistanê jî nêz dibe, û ew dixwaze ku xwe amade bike.

Lê, karbidest bi fîkar in jiber ku vîrusek cûda ya bi navê RSV, ku bi gelemperî zivistanê di zarokên piçûk tê dîtin, havîna borî pîştî ku mirovan dev ji karanîna maskan berdan, bi rêjeyeke bilind, jinûve derket holê.

Dr. William Schaffner ji Weqfa Neteweyî ya Nexweşîyên Enfeksîyonê da zanîn ku ev nizan in ku gelo ev nîşaneke pêşeng ya bo demsalek zekemê ya xirabtir e.

Wî got ku lê, bê guman em hem COVID û hem jî zekemû bi hev re, wek pandemîyeke cot, daxwaz nakin.

CDC vaksînlêdana salane ya zekemê jibo hema hema her kesan, yên ku ji pitikên 6 mehî dest pê dike, pêşniyar dike.

Zekem, bi taybet jibo mirovên pîr, zarokên di bin 5 salî de, mirovên bi pirsgirêkên saxlemîya kronîk yên wek şekir, astim yan nexweşîya dil, û bo jinên ducanî, xeterî ye.

CDC çaverê dike ku çêkerên vaksînê 188 mîlyon heya 200 mîlyon dozên vaksîna zekemê radest bikin.

CDC ragihand ku payîza borî nîvê welatîyên Amerîkî vaksîna zekemê li xwe xistine.

ya Amerîka roja Pêncşemê ji Amerîkîyan re pêşnîyar kir ku hem diji COVİD-19 hem jî dijî zekemê xwe vaksîn bikin.

XS
SM
MD
LG