Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heya Dawîya Adarê Dê 100 mîlyon Amerîkî Vaksînê Werbigirin


vaksîna COVID-19 ya Pfizer-BioNTech
vaksîna COVID-19 ya Pfizer-BioNTech

Dr. Moncef Slaoui , şêwirmendê sereke yê bernameya vaksîna COVID-19 ya Amerîka îro Yekşemê dîyar kir ku Amerîka pêşbîni dike heya dawîya Adarê 100 mîlyon mirov bi vaksînê werin derzî kirin "Emê di çaryeka pêşîn ya 2021 de, 100 mîlyon mirovî derzî bikin" Dr. Moncef Slaoui di hevpeyvînekê ya bi televîzyona Fox News de got.

Li Amerîka, vaksîna yekê bo karanîna rewşên awarte roja Înêyê hate destûr dayîn û Yekşemê dest bi belavkirana vaksînê hat kirin.

Wî got ku Dewletên Yekbûyî hêvî dike ku heya dawîya Berfanbarê pirtirî 40 mîlyon daneyên vaksînên Pfizer û Moderna werin belav kirin.

Dr. Slaoui got ku ewê ji 50 mîlyon heya 80 mîlyon daneyên din di Çileyê de werin belav kirin, û heman hejmar di Sibatê de temam bibe.

Jibo her kesekî du dane di du qonaxên cûde yên vaksîn hewce dike "Em bi Pfizer re dixebitin û piştgirîya wan bikin da ku di çarîka duyan ya 2021'de 100 mîlyon daneyên din ji me re dabîn bikin" Slaoui got.

Herwiha wî got ku ewê herî pêşîn xebatkarên saxlemîyê û kesên ku li navendên lênêrînên demdirêj de dijîn werin vaksîn kirin.

Hevdem, Dr. Slaoui da zanîn ku jibo ku belavbûna vîrusa kujer ya korona raweste û parastina civakî çê be, pêdivî ye ku qasî % 75% an % 80 yên civaka Amerîka werin vaksîn kirin.

Ew hêvî dike ku di navbera Gulan û Hezîranê ewê bigihîjin wê xalê.

"Lê, girîng e ku piranîya gelê Amerîkî biryar didin û vaksînkirinê qebûl bikin. Em ji dudilîya ku em dibînin pir bi fikar in" Slaoui got.



XS
SM
MD
LG