Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washingtonê Careke Din jiber Belavbûna Koronayê WHO Tawanbar Kir


Aleks Azar
Aleks Azar

Rêvebirîya Amerîka îro Duşemê careke din dubare kir ku belavbûna korona bi awayekî xurtî jiber kêmahîyên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ji kontrolê derket.

“Ji alîyê WHO têkçûneke berbiçav heye ku nekarîye agahîyên pêdivê berhev bikira û ew yek bû sedema jidestdana gelek jîyanan,” Wezîrê Saxlemî û Xîzmetên Civakî yê Amerîka Aleks Azar got.

Azar di civîna salane ya WHO de, ku li ser înternetê hate darxistin, bê ku navê Çînê bîne, got ku endameke WHO di peyvajoya koronayê de zelal û şefaf nebû.

“Di hewleke eşkere ya veşartina derketin û belavbûna koronayê de, herî kêm endemeke WHO heneka xwe erka şefafbûnê kir û ji tevahîya cîhanê re bû sedema gelek zararên mezin.”

Azar di dawîya axaftina xwe de got ku WHO di mîsyona xwe ya serekî de têk çû ku ew jî şefafbûna parvekirina agahîyan e, dema endameke wê bi nîyeta paqij pêngavan nevêje.

XS
SM
MD
LG