Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz hişyarî da ku her rêberê rejîma Îranê yê ku bixwaze Îsraîlê tune bike, dê were kuştin.
Katz roja Duşemê, di dema destpêkirina cenazeyê Elî Xamineyî de, di daxuyanîyeke bi zimanê Îbrî de got: "Xamineyî, ku niha cenazeyê wî tê kirin, ji alîyê Îsraîlê ve hat kuştin, ji ber ku ew amadekar û rêberê bernameya tunekirina Îsraîlê ya li Îran û seranserê herêmê bû."
Wî herwiha got "Her rêberê Îranê yê ku careke din bixwaze Îsraîlê xirab bike, dê mîna wî were kuştin."
Wezîrê Îsraîlî got ku êrîşa mezin a Îsraîl û Amerîkayê ya bi serokatîya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, metirsîya li ser Îsraîlê rakir û ziyanên pir giran li hêza Îranê xistin.
Serok Trump roja Şemîyê li ser cenazeyê Elî Xamineyî got: "Ew hemû li wir in. Bi derbekê [em dikarin wan hemûyan ji nav bibin], lê em vê nakin, ji ber ku hingê kes namîne ku em pê re danûstandinan bikin."