Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrack Bidawîbûna Erkê Koalisyona Dijî Daişê Wekî Serkeftin Pîroz Dike

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Sûrîyê Tom Barrack ragihand ku Koalîsyona Dijî Daişê îro Pêncşemê li paytexta Îltayayê Roma serkeftina operasyona dijî Daişê pîroz kir.

Barrack li ser platforma X’ê diyar kir ku xîlafeta ya Daişê hat hilweşandin û li şûna terorê rê li ber aramîyê vebû.

Barrack, ku herwiha Balyozê Amerîka li Tirkîyê ye, destnîşan kir ku ev serkeftin a leşkerên Amerîkî û hevalbendên koalîsyonê ye. Wî da zanîn ku ew herwiha serkeftina Îraqî û Sûrîyên ku ji bo siberoja welatên xwe şer kirine.

Dîplomatê Amerîkî herwiha got ku ev operasyon di serdema me de yek ji “serkeftintirîn şerên leşkerî ye.”

Di daxuyanîya xwe de, Barrack tekez kir ku serkeftina koalisyonê bi saya kesên ku di şerê dijî Daişê de canê xwe ji dest dane pêk hatîye.

Wî got ku ji ber fedakarîya wan, "divê em nehêlin ku xîlafeta Daişê careke din li herêmê serî hilde."

Barrack anî ziman ku Serok Trump dizane serkeftin hem hêzê dixwaze, hem jî wê bawerîyê ku piştî qedandina kar, tu siberoja herêmê bidî destê xelkê wê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG