Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Axios re: 'Ez li ser Destpêkirina Operasyonên Leşkerî yên Mezin li Dijî Îranê Difikirim'

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê ragihand ku ew li ser destpêkirina operasyonên leşkerî li Îranê difikire.

Serok Trump di hevpeyvînekê de ji Axios re tekez kir ku ev êrîşên li ser Îranê dê ji êrîşên di dema operasyona Hêrsa Dastanî de hatibûn kirin mezintir bin.

"Ez li ser êrîşeke mezin difikirim. Ji her carê mezintir. Ez nêzikî biryarekê me. Em ji her tiştî re amade ne," Serok Trump ji Axios re got.

Wî tekez kir ku Îranê hêj têra xwe "ziyaneke mezin nedîtîye."

Serokê Amerîkayê herwiha got ku Îran, "dixwaze danûstandinan bike" lê di vê demê de ji bo peymanê ne amade ne.

Di 12 rojên dawî de, Amerîka û Îran êrîşan li dijî hevdu pêk tînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG