Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Meksîko Hevbîr Dibin ku Aktîfkirina Bacên Gumrikê Mehekê Paş Bixin


Serokê Amerîka Donald Trump aktîfbûna bacên nû yên li ser berhemên Meksîkî jibo mehekê sekinand, piştî ku Meksîko îro Duşemê biryar da ku sînorê xwe yê bakur bi 10 hezar Zerevanên Netewî xurt bike.

Meksîko bi vê biryarê armanc dike ku rê li ber hatina narkotîkan ya bi rêyên qaçaxî bigire, ku yek ji daxwazên Trump e.

Trump li ser medyaya civakî got ku her du alî wê sekinandina mehekê jibo pêşvebirina danûstandinan bi kar bînin ku çaresîyeke mayînde bibînin.

"Ez li bendê me ku beşdarî wan danûstandinên bi Serok Sheinbaum re bim jiber ku em her du alî hewil didin ku peymanekê girêdin, Trump li ser Truth Social nivîsî.

Seroka Meksîko Claudia Sheinbaum jî di preskonferansekê de got ku mehekê wan heye ku hevdu qayil bikin ku rêya herî baş çi ye.

Sheinbaum li ser X got ku lihevkirina wan herwiha pabendbûna Amerîka ya jibo pêşîgirtina qaçaxçîtîya çekên hêzdar yên nava axa Meksîkî nîşan bide.

Serok Trump her îro got ku ew bi Serokwezîrê Kanadî Justin Trudeau re peyîvîye û ewî îro careke din bi wî re biaxife.

XS
SM
MD
LG