Lînkên eksesibilîtî

Îbrahîm Îbrahîm: Hevkarîya Amerîka ligel Rojava Wê Bibe Peywendîyên Sîyasî


Hîn kes îdia dikin ku hevkarîya leşkerî û çekdarî ya Amerîka bi Kurdên Rojava re bi tene demkî û taktîkî ye û wê bi dawîya DAIŞ ew jî bi dawî were.

Berpirsê ragihandina Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li Ewrupa Îbrahîm Îbrahîm ji Dengê Amerîka re got ku ew nirxandinên wiha beşeke şerê derûnî yê Tirkîyê ye dijî Kurdan e.

“DAIŞ ne rêxistina terorîstî ya bi tenê ye, li Sûrîyê gelek rêxistinên din hene, loma Amerîka wê her pêdivî bi Kurdan hebe û ew hevkarî wê bibe bingeha peywendîyên sîyasî yên navbera her du alîyan,” Îbrahîm dibêje.

XS
SM
MD
LG