Amerîka îro Duşemê jiber helwesta Çînê ya di peyvajoya vîrusa korona de, bi daxuyanîyeke Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) rexne kir.
Alîkarê wezîrê saxlemî ya Amerîka, Brett Giroir di axaftina xwe ya bo rêvebirîya navendî ya WHO ragihand ku Amerîka nikare têkçûna endameke WHO qebûl bike ku agahdarîyên rast û rêkûpek yên di demê de derheqa nexweşîya COVID-19 de.
Giroir di axaftina xwe de jibo pêkanîna reformên WHO, yên ku ji hêla Amerîka Almanya, Fransa û Şîlî ve hatibûn pêşniyar kirin, banga helwesteke hevbeş kir.
Giroir, Yekîtîya Ewrupa û Avusturalya bang li WHO kiribûn ku bi pêşengîya WHO tîmeke serbixwe ya navneteweyî ava bike ku ser destpêka derketina vîrusa korona li Çînê lêkolênan bike.
Berpirsê rewşa awarte ya WHO Mike Ryan, berî demeke kin dîyar kiribû ku lîsteyeke pisporan bo nirxandin û qebûlkirinê ji Çînê re hatiye şandi û ew li benda bersîva Pekînê ne.