Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

20 Sal Piştî Êrîşên 11’ê Îlonê, Gelo Amerîka Niha Ewletir E?


Salvegera 20’an ya êrîşên teror’st yên 11’ê Îlonê li Amerîkayê îsal ne wek salên borî ye. Berî çend hefteyan Amerîka şerê 20 salî li Afganistanê bidawî kir û hêzên Amerîkî bi tevahî ji Afganistanê derketin.

Rêxistina el Qayde li dû êrîşên 11’ê Îlonê bû. Vê rêxistinê Afganistana ku wê demê di destê Talîban de bû, ji xwe re kiribû bingeh. Jiber vê sedemê, Amerîka derbazî Afganistanê bû, Talîban ji desthilatê rakir û şerê el Qayde kir.

Serokê Amerîkî Joe Biden dibêje ku êdî ew armanc pêk hat.

“Em berî dora 20 salan bi armancên zelal çûn Afganistanê, da ku em wan kesên ku li 11’ê Îlona 2001’ê êrîşî me kiribû, bigirin, û piştrast bikin ku el Qayde Afganistanê wekî bingeh bikar neyîne ku careke din êrîşî me bike. Me ew yek kir,” Biden di gotara xwe ya di 16’ê Tebaxê de got.

Lê, dema hêzên Amerîkî xwe amade dikir ji Afganistanê derkevin, hikûmeta Afganî jiber Talîbanê hate rûxandin û rêxistina tundrê êdî welat kontrol kir.

Pispor dibêjin ku bi vê yekê jî dibe ku metirsîya rêxistinên wek el Qayde careke din vegere.

Colin Clarke, Lêkolerê Navenda Soufan li New Yorkê, dide zanîn ku tevî ku el Qayde hatiye lawaz kirin, ew grûp tekez nehatiye têk birin.

"Bi serketinaTalîbanê, ez û gelek şirovekarên din bawer dikin dê rêka pêwîst jibo El Qayde hebe ku xwe jinûve rêxistin bike û careke din êrîşî welatên Rojavayî bike.”

Ji alîyekê din ve, Orlandrew Danzell, profesorê Zanîngeha James Madison li Virginia, dibêje ku tevî guhertinên ku di nav 20 salan de jî ji dema êrîşên 11’ê Îlonê çêbûne, pêdivî ye Amerîkî her agahdarîya rewşa ewlekarî ya welat bin.

“11’ê Îlonê bîrxistinek jibo vî welatî ye ku divê hişyar bimîne û asta agahdarîya xwe kêm neke. Derketina hêzan ji Afganistanê nayê wê wateyê ku hêmanên terorê dê nemînin,” Danzell ji Dengê Amerîka re got.

Êrîşên terorîst berî 20 salan bûn sedem damezrandina çend dezgehên nû, wekî Wezareta Ewlekarîya Netewî, li nav hikûmeta Amerîkî ku erka wan ya serekî parastina ewlekarîya Amerîka e ji gefeyên terorê ye.

Hikûmeta Amerîkî herwiha bi trîlyonan pere xerc kiriye ku karînên dijî terorê û karînên çavdêrî û parastinê li deverên giştî baştir bike.

Lê, hin pispor dibêjin ku hîn jî kar hewce ye ku Amerîka ewlekarîya xwe baştir bike da ku careke din êrîşên wekî yên berî 20 salan pêk neyên.

Lêkoler Clarke ji Dengê Amerîka re dibêje ku niha veguhestinek ji dijberîya terorê bi ber hevrikîya hêzên mezin ve heye.

"Ez bawer dikim ku ev yek û alozîyên jiber nexweşîya koronayê, dibe ku bihêlin hinek çavkanîyan ji dijberîya terorê bibe. Ev bi xwe jî dikare hinek lawazîyên nû di qonaxa pêş de bi xwe re bîne.”

Malbatên Qurbanîyên Êrîşên 11'ê Îlonê Hezkirîyên Xwe Bîr Tînin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:14 0:00

Dibe ku her kes hevbîr e ku Amerîka îro ewletir e ji berî 20 salan dema ew êrîşên terorîst pêk hatin. Lê pirsa serekî ku her kes hizra wê dike, gelo ji nuha û şûn ve, divê Amerîka çî bike ku di bin rewşa cîhanê ya nû de ewlekarîya xwe biparêze.

XS
SM
MD
LG