Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

250 Salîya Amerîkayê: Mount Vernon Çîroka Şoreşa Serxwebûnê Zindî Dike

Di salvegera 250 saliya serxwebûna Amerîkayê de, Mount Vernon li wîlayeta Virginia, mala yekemîn serokê Amerîkayê George Washington, gelek çalakîyên dîrokî pêşkêş dike ku mêvanan vedigerînin rewşa Şoreşa serxwebûna Amerîkayê û serdema damezrandina Wîlayetên Yekbûyî.

George Washington: A Revolutionary Life yek ji girîngtirîn çalakîyên berdewam e. Di vê pêşangehê de mêvan dikarin li ser jiyana George Washington û rola wî di serdema damezrandina Amerîkayê de zêdetir fêr bibin. Pêşangeh belge, berhem û tiştên dîrokî ên girêdayî serdema Şoreşê nîşan dide.

Mêvan dikarin herwiha beşdarî ezmûna Patriots Path an ku Rêya Welatparêzan bibin. Di vê ezmûnê de kampeke artêşa Amerîkayê ya serdema Şoreşê ji nû ve hatiye çêkirin.

Mêvan dikarin di nav çadirên leşkeran de bigerin û li ser jiyana rojane ya wan, amadekirina xwarinê û karên ku leşker di kampê de dikirin, zêdetir fêr bibin. Ev ezmûn heta dawiya vê salê berdewam dike.

Mount Vernon herwiha ezmûna Joining Washington’s Army pêşkêş dike. Ev programa jiyana leşkerên ku tevlî artêşa Amerîkayê nîşan dide ka çawa bû û wan di salên destpêkê yên Şoreşê de di çi rewş de mabûn.

Di mehên bê de jî gelek semîner, û civînên girêdayî dîroka Şoreşa Amerîkayê û serdema damezrandinê dê berdewam bikin. Hin ji van çalakiyan li Pertûkxaneya "George Washington Presidential Library" tên lidarxistin.

Di nav çalakiyên bê de Bazarê Colonial Market & Fair jî heye. Ev çalakî dê di 19 û 20ê Îlonê de were lidarxistin û dê rewşa bazarên serdema kolonyalê bi firoşkar, hunermend û çalakiyên dîrokî ji nû ve zindî bike.

Herwiha, Mount Vernon beşdarî bernameya Virginia 250 Passport dibe. Ev bername Amerîkîyan pal dide serdana cihên dîrokî yên beşdar li seranserê Virginia bikin.

Hemû çalakiyan heta dawîya sala 2026'an de berdewam dikin. Ev derfetê dide mêvanan ku dîroka Amerîkayê ne tenê ji pirtûk û belgeyan, belkî bi rêya dîtina cihên dîrokî, tiştên kevnar û ezmûnên zindî ji nêz ve nas bikin.

Bi vê yekê, Mount Vernon salvegera 250'emîn dike derfetek bo veguhastina hûrgilîyên jiyana serdema Şoreşê, û kesayetîyên ku di damezrandina Amrîkayê de roleke girîng lîstine, ji nêzîk ve nas bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG