Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqekirina li Philadelphiayê de 3 Kes Hatin Kuştin Û 11 Kes Jî Birîndar Bûn


Teqekirina li Philadelphia
Teqekirina li Philadelphia

Li gor çavkanîyên polîsan li bajarê Philadelphia ku bajarî herî mezin yê eyaleta Pennsylvaniayê ye sê kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn roja şemiyê ji ber gulebarana li kolaneke bajarî da di dema qelebalixîya şevê da.

Serokê Polîsê Philidelphia D. F. Pace. gote rojnamevanan em dizanin ku gule ji çardeh kesan kevtine û ew rakirine nexweşxaneyên herêmê. 3 ji wan kesan du mêr û jinek piştî gihiştine nexweşxaneyê mirine jiber birînên giran.

Ji hej' b'rxistin; ye ku li bajarê Tulsa yê eyaleta Oklahoma ya Amerîka roja Çarşemê kesekî li nava nexweşxaneyeke de êrîşeke çekdarî pêk anî û di encamê êrîşê de êrîşkar jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsê Tulsa roja Pêncşemê di presekonferanseke de nasnameyê êrîşkar dîyar kir û hûrgulîyên bûyerê eşkere kirin.

Herwiha zêdetirî du hefteyan piştî êrîşeke nijadperest li supermarketeke li Buffalo, New York û êrîşeke kujer li California pêk hat û heşt roj piştî komkujiya li dibistaneke seretayî li Uvalde, Texas.

XS
SM
MD
LG