Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Û Koreya Başûr Dê Manûwira Leşkerî Ya Herî Mezin Encam Bidin


Ji Seoul hat ragihandin ku hêzên leşkerê Amerîka û Koreya Başûr roja 31 Tebaxê dê rahênanek hevbeş ya leşkerî ya herî mezin li herêma nivgrava Korî encam bidin.

Ev manûwir û rahênanên leşkerî di wî çaxî de pêk tên, dema alozî û gefên leşkerî di navbera Amerîka û Koreya bakur di zêde dibin.

Hat ragihandin ku, di van rahênanên lerşkerî de 17,500 leşkerên Amerî û 50,000 leşkerên Koreya başûr dê beşdar bibin, herwiha hemû rengên çekên giran ji balefirên cengê heta tang û rokêtan di van rêhanên hevbeş de dê hên bikar anîn, Amerîka par 25,000 leşkerên din hinart bûn wê herêmê.

Çavdêrên leûkerî û siyasî encamdan rahênên leşkerî di navbera Amerîka û Koreya bakur de di vî demî de rast nabînin, didin zanîn ku, herêm liser lêva şerekî dijware, bi taybet piştî serokê Koreya Bakur Kim Jong Un gef li Amerîka kir bûn û girava Guam yaku bingeha leşkerê Amerîkî li wir dimîne weke armanca mûşkên xwe yên dûravêj nîşan dabû.

Koreya bakur û serokê wê Kim Jong Un vê dawiyê bê ku guh bidin daxwazên civaka navnetewî û navbeynkarîya Çînê hejmarek mûşekên xwe têst kirin, piştî têsta dawiyê ya mûşekan Koreya bakur raste rast gef li Amerîka kir bûn.

XS
SM
MD
LG