Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Îro Roja Serokan Tê Pîrozkirin


Îro li Amerîka wek 'Presidents Day' yan Roja Serokan tê pîroz kirin. Ev roja her sal di Duşema sêyan ya meha Sibatê de, û ew weke roja bêhnvedana fermî ya federal tê pîroz kirin.

Roja Serokan di bingeh de jibo rûmet û rêzgirtina serokê yekê yê Amerîkî, George Washington heta nêzî 100 salan di roja ji dayikbûna wî ya di 22’ê Sibatê de dihat pîroz kirin.

292 sal piştî jidayikbûna wî ya di 1732’an de, li Potamac ya eyaleta Virginia, Amerîkî îro Duşemê dîsa serokê yêkê yê welat bi bîr tînin.

Roja ji dayikbûna George Washington, jibo karmendên federal yên li herema paytext Washington DC, di 1879’an de, bû roja bêhnvedana qanûnî.

Di 1968’an de, Kongresa Amerîkî bi qanûneke Duşema sêyan ya meha Sibatê wek Roja Serokan qebûl kir ku serokê xwe yê yekê bi bîr bîne.

Kongresê heman Duşema sêyan ya Sibatê wek rojeke netewî ya bêhnvedana federalî jî dîyar kir.

Ev roj herwiha jibo rêzgirtina serokê 16’an yê Amerîkî Abraham Lincoln tê pîroz kirin ku 12’ê Sîbatê de hatibû dinê.

Washington û Lincoln, ku di demên herî dijwar de seroktîya Amerîka kiribûn, ji alîyê Amerîkîyan ve gelek tên hez kirin. Cejna îro ji alîyê gel ve bona pîrozkirina rojbûnên Washington û Lincoln û herwiha jîyanên hemî serokên Amerîkî tê pîroz kirin.

Di Roja Serokan de li peytext Washingtonê û li sernaserê welêt merasîmên girseyî tên lidarxistin ku Washington, Lincoln û yên din werin bîr anîn, dema ku kompanî û firoşgeh erzankirinên taybet ji gel re pêşkêş dikin.

Di roja serokan de li Amerîka gelek firoşgeh û kompanî daşkandinê d buhayê kelûpelan de pêk tînin û hin pêdiviyên jiyanê erzantir dikin.

Herwiha çalakiyên pirrengî li piraniya wîlayetan Amerîka tên encamdan.

Di nava wîlayetên Amerîda de heta niha Virginia wîlayeta herî zêde serok derxistine, 8 serokên Amerîka li Virginia hatine dinê û li wir jiyane.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG