Dadgeheke Amerîka cezayê zîndanê bi 10 salan da Jonathan Loadholt, bi tawana hewldana kustina rojnamevaneka Amerîkayî ya Îranî ku yek ji rexnegirên herî navdar ên rejîma Îrane ye.
Jonathan Ludholt ê 37 salî, di 2024an de hate girtin bi tawana şûştina pereyan û şopandinê yên têkildarî komploya li dijî rojnamevan Mesîh Elînejad a 49 salî.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê got ku komploya kuştina Elînejad ji hêla hikûmeta Îranê ve hatiye fermankirin. Alîkarê Serdozgerê Giştî yê Ewlekarîya Neteweyî John Eisenberg diyar kiri ku "Tehranê hewl da rojnamevanek Amerîkî li Amerîkayê bikuje tenê ji ber ku wê hin ji gelek binpêkirinên rejîmê eşkere kirin."
Ludholt û kesek din bi navê Carlisle Rivera, bi wergirtina 100,000 dolar ji bo kuştina Elînejad hatin tawanbarkirin.
Rivera jî di meha rêbendanê de bi sûcê “komploya kuştinê li hember pereyan” 15 sal zîndan wergirtin.
Gumanbarekî din ê dozê, Ferhad Şakerî, welatîyekî Afganî yê ku li Îranê dijî, hîn jî serbest e. Ew tê tawanbarkirin bi bikaranîna herdu zilamên din ji bo Pasdarên Îranê. Elînejad, ku di sala 2009an de ji Îranê derket, rexnegirekî navdar ê rayedarên Îranê ye û bi salan e di bin slogana "Azadîya Min a Veşartî" de ji bo rakirina serpoşîya jinên li Îranê kampanya kiriye.
Te zanîn Elînejad, ku li ser Instagramê zêdetirî neh mîlyon şopînerên wê hene, bû armanca hewldaneke kuştinê ya din ku di havîna 2022an de hate pûçkirin.