Dema ku Amerîka Salvegera 25'an ya êrîşên 11ê Îlonê libîr tîne, şerxwazî û metirsîya çekê navokî yê Îranê dîsan di rojevê de ye.
Di vê dema dijwar de Amerîka bi her awayî amadekarîyên rêzgirtina nêzîkî 3,000 qurbaniyên êrîşên 11'ê Îlonê, merasîmên bîranînê û çalakîyên pirrengî li New York û li Pentagonê li Virginia lidar dixe.
Di sibeha 11ê Îlona 2001an de, çend endamên tora El Qaîdeyê çar balafirên sivîl revandin. Du ji balafiran li cût bircên Navenda Bazirganiya Cîhanê ya li New Yorkê ketin û her du birc jî hilweşiyan.
Balafira sêyemîn li Pentagonê, baregeha Wezareta Berevanîya Amerîkayê li Arlington, li Virginia, ket.
Balafira çaremîn, geşta firînê ya numre 93, piştî têkoşînek di navbera geştiyaran û tîma balefirê de de li zeviyekê li Pennsylvania ket û terorîst ne gihane aramnca xwe. Bi tevahî, di êrîşên 11ê Îlonê de 2,977 kes hatin kuştin.
Li New Yorkê, xizmên qurbaniyan û mêvan dê li bîrdariya Navenda Bazirganiya Cîhanê bicivin û navên kesên ku mirine dê werin xwendin. Tê payîn ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di salvegera bûyera Navenda Bazirganiya Cîhanê û Pentagonê de beşdarî deqeyek bêdengiyê bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dê beşdarî merasîmek cuda li Pentagonê li Arlington, Virginia jî bibe.
Dema ku amadekarîyên 11ê Îlonê tên kirin, Kongreya Komarîyan li Dallasê ku du rojan dom kir hat lidarxistin.
Serokê Amerîkayê ku beşdarî Kongreya du rojî bû her rojê peyvek pêşkeş dikir û bal kişand ser şerxwazîya Îranê û çekê wê yê navokî, Trump dîsan tekez kir ew ê rê nedin Îran bibe xwedî şekê navokî.