Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Balyozxaneya Xwe ya li Belarûsê Daxist


Balyozxaneya Amerîkî ya li paytext Mînsk ya Belarûsê
Balyozxaneya Amerîkî ya li paytext Mînsk ya Belarûsê

Wezareta Derve ya Amerîka îro Dûşemê ragihand ku wê balyozxaneya Amerîkî ya li Belarûsê girtiye.

Wezaretê bi berdewamî da zanîn ku ew destûr dide karmendên ne nepêwîst yên balyozxaneya Amerîkî ya li Moskowê ku jiber şerê li Ukrayna ji Rûsyayê derkevin.

Wezîrê Karên Derve Antony Blinken îro bi daxuyanîyeke rawestandina xebatên balyozxaneya li Mînskê û destûra bo derketina ji Moskowê ragihand.

" Me ev biryarana bi sedema pirsgirêkên ewlekarî û ewlehîyê yên ku jiber êrîşa nerewa û bêsedem ya hêzên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê derketin, wergirt," Blinken got.

XS
SM
MD
LG