Financial Timesê îro Sêşemê ragihand ku Amerîka wê hefteyê bi hikûmeta demkî ya Bangladeşê û bi rêberê wî Mihemed Yûnis re dest bi danûstandinên aborîyê bike.
Hikûmeta bi rêberîya Mihemed Yûnis, piştî serokwezîra welêt Şêx Hesîna li dû protestoyên ser kotaya di karên dewletê de ji desthilatê hatibû gêr kirin, jibo çêkirina hilbijartinan meha borî bi sondê dest bi kar kiribû.
Karbidestê Wezareta Xezîne ya Amerîka yê ser aborîya navnetewî Brent Neiman ji Financial Timesê re got ku Washington ser Bangladaşê geşbîn e ku ew bi reformên hewce dikare aborîya şikestî rast bike û bo pêşveçûn û aramîyê bingehekê deyne.
Li gor ragihandina Financial Timesê çaverê ye şandeyeke karbidestên dewlet û bazirganîyê ser polîtîkayên diravî û sîstemên darayî yên Bangladaşê danûstandinê bikin.
Danûstandin wê dawîya hefteyê li Dhaka ya paytexta Bangladeşê çêbin.
Wezareta Darayî ya Bangladeşê û hin karbidestên ji ofîsa Yûsif radigihînin ku ew ji serdanê ne agahdar in.
Aborîya Bangladeşê, ku nirxê wê 450 mîlyar dolar e, jiber bilindbûna buhayê şewit û xwarinê ya girêdayî şerê Rûsya û Ukrayna bi awayekî tund lawaz bûye û wê sala borî ji neçarîyê jibo paketeke 4,7 mîlyar dolarî serî li IMF’ê dabû.
Jêder: Reuters