Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Plana Berguman ya Îranê Nayê Qebûl Kirin


Amerîka Dibêje Plana Berguman ya Îranê Nayê Qebûl Kirin
Amerîka Dibêje Plana Berguman ya Îranê Nayê Qebûl Kirin

Amerîka Dibêje vê heftiyê kombûnek rastxwe digel karbidestên Îranî hebû li ser plana berguman ya Îranê bo kuştina balyozê Saudî Adil El Cubeyr li Amerîka.

Peyvdara Wezarata Derve Victoria Nuland gote rojnamevanan li Washington, armanc ji kombûne ew bu ku bi dirustî diyar bikeyn ku Amerîka reftarek weha qebûl nake û zêdegavî ye li ser qanûna Amerîkî û ya navneteweyî, û got, heke Îran bizavê bike wê kombûnê înkar bike, dê nîşana hindê be ku Tehran di persên weha de çend raste.

Ajansa peyamên Mehr ya Îranê roja Înê li ser zarê karbidestekê Îranê li Neteweyên Yêkgirtî ragehand ku dibêje çi kombûnên rastxwe navbera Amerîka û Îranê nehatîne kirin.

Serok Barack Obama roja Pêncşembî hişdarî da karbidestên Îranê ku dê rastî tundtrîn tola bibin jiber desthebûna wan di plana berguman bo kuştina balyozê Saudî Adil El Cubeyr.

Amerîka ewey sala 1980 ê peywendîyên dîplomatî digel Îranê nîne.

Îranê ew Îdîa înkar kirîne.

XS
SM
MD
LG